Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo azadkirina girtiyan komîteyeke 8 kesî pêk anî bû.
Rêveberiya Xweser jî însiyatîva MSDê qebul kiribû lê diyar dike ku girtiyên siyasî li cem wê tune ne.
Lêbelê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî tekez dike ku girtiyên siyasî di zindanên Rêveberiya Xweser de hene.
Hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê jî pêşwaziyê li vê destpêşxeriya MSDê dikin û dibêjin, divê aliyên Kurd li gel hev rûnin û vê meselê çareser bikin.
Hemwelatiyê bi navê Nîdal Seîd dibêje, “Ev tiştek baş e û mebdeyek mirovî ye lê gel dibêje divê yekem car PYD kesên li cem xwe berde piştre behsa yê din bike.
Seîd dibêje, “Divê lijneyek hebe, rastî hebe li ser maseyê, alî lihev rûnin û van xalan zelal bikin, çarenivîsa wan bê gotin.
Şivan Emîn diyar dike, “Weke Rêveberiya Xweser, hinek girtiyên tawanên biçûk divê bên berdan lê DAIŞ divê biryarên din derheqê wan de derkeve, zindanên taybet ji wan re çê bibin li derveya bajarên me.”
Emîn, “Berdana girtiyan di dema korona de pêwîste lê dive tevaya aloyên şerker li ser xaka sûriyê pabend bin, û bi gerentiyeke navdewletî be, eger bi gerentiyeke navdewletî nebe ez nabînim diruste.”
Nureldîn Xaşo jî diyar dike, “Em dibînin eger bixwazin berdin, kanî ew çalakvanên li cem wan çima nediyar in?” û dibêje, “Divê nêrîna aliyên siyasî bên xuyakirin , heger bixwazin destpêşxereya bikin, divê çareseriya girtiyên li cem xwe aşkere bikin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse