کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Di Lûtkeya Bazirganî û Aboriyê ya Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de li bajarê Îzmîrê protokolek hate îmze kirin / Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw

Di Lûtkeya Bazirganî û Aboriyê ya Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de li bajarê Îzmîrê protokolek hate îmze kirin / Wêne: Bilind Tahîr / Rûdaw

Kurdistan

Pêşangeheke navdewletî ya berhemên kiştukalî li Silêmanî tê sazkirin

Şewket Herkî

Şewket Herkî

23-06-2021
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

 
Şewket Herkî
Şewket Herkî23-06-2021

Peyamnêr û rêveberê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Enqerê ye.
Ji Îlona 2013an ve li Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike. 

 

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Îzmîr (Rûdaw) - Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê ( TISÎAD) û reveberîya Pêşengeha Navdewletî ya Silêmaniyê roja 15-18 meha Îlona îsal pêşengeha berhemên kiştukalî û ajeldarî li bajarê Silêmanî encam didin.

Di pêncemîn Lûtkeya Bazirganî û Aboriyê ya Tirkiye, Herêma Kurdistanê û Iraqê de li bajarê Îzmîrê protokolek hate îmze kirin. Li gorî protokola hatiye îmzekirin, rojên 15 -18 meha Îlonê dê li bajarê Silêmanî pêşengeha berhemên kiştukalî û ajeldarî were encam dan.

Pêşengeha navborî dê ji alîyê komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Reveberîya Pêşengeha Nêvdewletî ya Silêmaniyê were birêvebirin.

Îmzekirina protokola di navbera herdu aliyan de bi amadebûna Serokê Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê Nevaf Kiliç û Berpirsê Pêşengeha Navdewletî ya Silêmaniyê Hesen Rehîm bi rêve çû.

Di protokola hatiye îmzekirin de behsa wê yêke tê kirin ku dê ji roja 15ê Îlonê heta 18ê îlonê bi şirîkatî, pişikdarî û alikariya Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê û bi serpereştiya Pêşengeha Navdewletî ya Silêmaniyê, pêşengeha berhemên kiştukalî û ajeldarî were encam dan.

Komeleya Karsaz û Bazirganên Tirkiye û Iraqê hewl dide ku peywendiyên bazirganî û aborî yên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê baştir bike.

Serokê Komeleyê Nevaf Kiliç jî ji Rudawê re ragehand ku armanca wan ew qebareyê bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê bingehînîn 50 Milyar dolaran.

Nevaf Kiliç diyar kir ku wan armanca 20 milyar dolar ya qebareya bazirganî pêk aniye û ew hewl didin 30 milyar dolarên din jî ji vê qebareyi zêde bikin.

Li aliyê din çend roj in ku şandeke bazirganên Herêma Kurdistanê li bajarê Îzmîrê ligel bazirganên Tirkiyê pêncemîn Lûtkeya Bazirganî û Aborî ya Tirkiyê , Herêma Kurdistanê û Iraqê encam didin.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên