Li Êlihê qeza: 5 kes mirin

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan Êlih Sason Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sasonê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de 5 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Êlihê îro şandeyeke pispor di çarçoveya dozeke betalkirinê ya Dadgeha Îdarî de ji bo kar û xebatên lêkolînê çûne navçeya Sasonê lê di vegerê de otomobîla wan wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduirstiyê û rizgarkirinê çûn cihê qezayê.

Hatiye diyarkirin ku 4 kesan li cihê qezayê û kesekî din jî li nexweşxaneyê bi giştî 5 endamên şandeya lêkolînê canê xwe ji dest da.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç jî derbarê qezayê peyamek belav kir û got:

“Li navçeya Sasonê ya Êlihê otomobîla şandeya ku li Çiyayê Meretoyê karê xwe bi dawî kiriye di dema vegerê de wergeriya.

Di encama qezayê de endamên şandeyê Aliye Yilmaz, Mustafa Serdar Akgonul, Fesîh Barut, Rêveberê Mûzexaneya Êlihê Mehmet Cabir Alper û karmendê Qeymeqamtiya Sasonê Mazlum Yilmaz canê xwe ji dest da.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst