Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê hevdîtinên li Îmraliyê yên bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re got, "Hevdîtinên bi Ocalan re kêm bûne."
Bakirhan her wiha qeyûman rexne kir û got, “Em li dijî operasyonên ku li Wan, Stenbol û Edeneyê li hemberî kesên hilbijartî û şaredariyan tên kirin in.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li mîtînga Wanê axivî.
Hevdîtinên bi Ocalan re kêm bûne
Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser kêmbûna hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re yê ku li Îmraliyê girtî ye.
Bakirhan got, “Ji bo ku Tirkiye ji kaos û qeyranê bê rizgarkirin deriyek hat vekirin. Lê hîn jî tecrîd tê pêkanîn.
Tecrîda li ser Birêz Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye. Li ser me hemûyan e, li ser hêviya aştiyê ya 86 milyon mirovan e.
Divê demildest ev tecrîd bê rakirin û mercên xebatê yên Birêz Ocalan, mercên hevdîtina bi civakê re û mercên ku ew bikaribe fikrên xwe bi awayekî azad bi hemû dinamîkên Tirkiyeyê re parve bike bên avakirin.
Divê ev merc bên avakirin da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve.
Ji 25ê Tîrmehê ve hevdîtinên bi Birêz Ocalan re hema bêje kêm bûne. Çima?
Gelo deriyên Îmraliyê di destê we de wekî mûsliqekê ne? Mehekê vedikin, mehekê digirin.
Hûn bi vî awayî xwedî li vê pêvajoyê derdikevin? Em ê bi vî rengî aştiyê pêk bînin?
Ev nêzîkatiya ‘mehekê veke, mehekê bigire’ xizmeta pêvajoya aştiyê nake.
Em dixwazin careke din bînin ziman ku divê demildest dev ji vê nêzîkatiyê bê berdan û bi awayekî rast mercên jiyan û xebatê û ramanên Birêz Ocalan bên sererastkirin.”
Bakirhan diyar kir ku 86 milyonên li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin û wiha pê de çû:
“Tecrîd xerabiyeke mezin e ku li hemberî hêviya gelên me yên aştîxwaz hatiye kirin. Aştî cidiyetê, çareserî jî wêrekiyê dixwaze.
Em baş dizanin ku ev cidiyet û wêrekî li Tirkiyeyê heye û ev ezmûn û rabirdû li ser vê axê hatiye jiyîn.
Tenê bes e ku em hinekî cidî û wêrek bin. Hinekan jî dest pê kiriye û sibe û êvaran dijberiya çareserî û Ocalan dikin.
Ez ji wan dipirsim, ma hûn dixwazin ev welat bêhtir êş û hêsiran bibîne? Derdê we çi ye?
Bêyî ku gotinê bigevizînin, bizivirînin û li hev alînin, bêyî ku Birêz Ocalan û vê pêvajoyê bikin hincet, derkevin û bêjin ku ‘em li dijî pêvajoya aştiyê ne, em li hemberî mirina ciwanan bêdengiya xwe didomînin’.
Em we vedixwînin ku hûn hinekî samîmî û cidî bin. Bawer bin, eger tecrîd rabe, dê girêka aştiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn vebe.”
“Divê komisyon ne bi gotinan, bi kiryaran biaxive”
Tuncer Bakirhan anî ziman ku divê komisyona çareseriyê ya ku li parlamentoyê hatiye avakirin aştiyê ava bike û got:
“Komisyon girîng û bi qîmet e lê divê komisyon ne bi gotinan, bi kiryaran biaxive.
Êdî divê kiryarên komisyonê di nava civakê de bên axaftin. Divê komisyon aştiyê ava bike.
Divê komisyon demildest bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
Divê nêrînên Birêz Ocalan ên li ser vê pêvajoyê wergire û bi civakê re parve bike.
Hevdîtina komisyonê ya bi Birêz Ocalan re di xêra Tirkiyeyê de ye.
Di xêra paşeroja me û demokrasiyê de ye. Ez bang li partiyên siyasî yên di komisyonê de ne jî dikim.
Dibe ku fikrên me cuda bin, ramanên me cuda bin lê divê em hemû di mijara aştî û baweriya bi aştiyê de bibin yek.
Kurd çi dixwazin? Demokrasî, azadî û dixwazin bibin welatiyên birûmet.
Dixwazin bi hev re û bi wekhevî bijîn. Kîjan aliyê vê yekê xirab e?”
Qeyûm neheqî ye
Bakirhan li ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê polîtîkaya qeyûm nirxand û wiha berdewam kir:
“Qeyûm neheqî ye, bêhiqûqî ye. Qeyûm bêrêziyeke li hemberî dengên we, zilm e.
Êdî her kes mecbûr e ku îradeya gelê Wanê yê ku di 14an de 14 bi dest xist, li ber çavan bigire.
Qeyûm hat, xizmet qediya, qeyûm hat bêusûlî û gendelî hatin nîqaşkirin. Qeyûm hat 223 karker û kedkarên me ji kar bûn.
Ma ev ne zilm e? Divê 223 kedkarên me demildest vegerin ser karê xwe.
Di vê mijarê de em ê heta dawiyê bi 223 karker û kedkarên xwe re di nava piştevaniyê de bin da ku ew bigihîjin nan û aşê xwe û em dê bi wan re hem li kolanan, hem li parlamentoyê û hem jî li her qada jiyanê di nava piştevaniyê de bin.
Qeyûm efendî ne tenê karkeran ji kar diavêje, di heman demê de hewl dide afîşên mîtînga ku em ê li vir li dar bixin biçirîne.
Qeyûm efendî, tu dikarî perçeyek caw biçirînî lê tu nikarî serkeftina gelê Wanê ya di 14an de 14an ji dîrokê paqij bikî.
Li şûna ku tu bi aşê kedkaran bilîzî û pankartên ku rêxistina me ya bajêr ji bo hatina hevserokên partiya yekem a vî bajarî daliqandine ra bikî, pêşî xwe ji şerma qeyûmtiyê rizgar bike.
Qeyûm zincîreke ku li lingê gelên me hatiye xistin. Em li dijî operasyonên ku li Wan, Stenbol û Edeneyê li hemberî kesên hilbijartî û şaredariyan tên kirin in.
Divê operasyonên li ser şaredariyan ên li Wan, Edene û Stenbolê bên rawestandin û îradeya ku gel hilbijartiye vegere ser karê xwe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse