Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di nav xaniyekê de xwaringehek bi navê Ciwan hatiye vekirin, ku têde hejmarek jin kar dikin û xwarinên cuda yên Kurdewarî amade dikin û difroşin, daku debara jiyana malbatên xwe peyda bikin.
Tiyadora Somî Melkî, Rêvebera Xwaringehê dibêje, “Carna em 6-7 kes li vir kar dikin, hemû pêdiviyên malan ên xwarinê li ba me hene, wek mireba, îsotên hûr, miloxî, qalikên dolman, bamiye, ava îsotan, ava bacanan, em dê hê zeytûnan jî çêbikin, em her tiştekî di dema wê de çêdikin.”
Kesên li vê xwaringehê kar dikin dibêjin, ew bi karê xwe hem debara jiyana xwe dikin û hem jî kelepûra navçeyê ya xwarinên kurdewarî diparêzin.
Xelef Ebdilbarî, Xwediyê Xwaringehê dibêje, “Xwaringeha Ciwan, qût û xwarinên kelepûrî amade dike, armanca me peydakirina derfetên kar e bo jinan, herwiha parastina kelepûra navçeyê ye jî, niha gelek keresteyên xwarinê ji welatên derve tên, berhemên xwecihî gelekî kêm bûne, ma çima emê biçin wê xwarinê bikirin, dema her tiştên xwezayî û bi kalîteyek baş li ba me hebe.”
Şerê navxwe yê Sûriyê ku 10 sal in berdewam e, bandoreke zêde li rewşa aborî ya vî welatî kiriye û derfetên kar gelekî kêm bûne, û wê rewşê bandor li Rojavayê Kurdistanê jî kiriye, tevî ku li wê herêmê aramî û istiqrareke rêjeyî heye.
Li gor amarên Bernameya Xurakê ya Navdewletî ser bi Netewên Yekbûyî ve (WFP) 12 milyon û 400 hezar kes li Sûriyê di metirsiyê de ne ku xwarin bi dest wan nekeve, herwiha ji sedî 85ê xelkê Sûriyê di bin hêla hejariyê de ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse