ENKS: Biryara li ser milkên Efrînê neheqî ye û divê were betalkirin

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan ENKS Biryar Birêvebiriya Efrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) daxwaza betalkirina biryareke nû ya birêvebirya Efrînê ya derbarê vegerandina milkên xelkê kir.

ENKSê ragihand ku ev biryar ji bingeha yasayî bê par e, mercên giran li ser xwediyên resen ferz dike û rê li ber dadweriyê digire.

Şertê tapoyê û nerazîbûna xelkê

Birêvebiriya Herêma Efrînê berî çend rojan giştînameyek derxistibû û tê de ji bo vegerandina milkan şertê anîna "tapoyê" (belgeya fermî ya milk) li ser xwediyên resen ferz kiribû.

Ev biryar rastî nerazîbûneke mezin hat, bi taybetî ji ber ku gelek kesên ku di dema êrişa sala 2018an de koçber bûne, nikarin van belgeyan peyda bikin.

“Giştîname ji bingeha yasayî bê par e"

ENKSyê di daxuyaniyekê de got, "Giştîname bê bingehên yasayî û praktîkî yên pêwîst ji bo pêkanîna dadweriyê ye."

ENKSê her wiha bal kişand ser kêmasiyên biryarê û ev xal destnîşan kirin:

Beşdarnekirina xelkê Efrînê: Di komîteya ku hatiye avakirin de, kesên xwedî şarezayiya yasayî û milkiyetê yên ji xelkê resen ê Efrînê nehatine beşdarkirin.

Nebûna desthilateke dadwerî: Rê li ber welatiyan nehatiye vekirin ku li dijî biryarên komîteyê serî li dadgeheke serbixwe bidin.

Burokrasiya zêde: Rêkarên ku hatine destnîşankirin bi burokrasî û alozî tije ne û di vê rewşa aborî ya dijwar de barên zêde dixin ser milê welatiyan.

Zehmetiya îsbatkirinê: Ji ber guhertina desthilatan û tevliheviya îdarî, bidestxistina belgeyên fermî gelekî zehmet e, ev yek jî nahêle xwediyên milkan mafên xwe îsbat bikin.

Daxwaza avakirina komîteyên serbixwe

ENKSê daxwaza betalkririna giştînameyê kir û pêşniyar kir ku li şûna wê komîteyên xwecihî yên serbixwe ku ji xelkê herêmê yên xwedî şiyan û destpakî pêk bên werin avakirin.

ENKSyê her wiha xwest ku desthilateke dadwerî ya serbixwe ji bo lêkolînkirina îtirazan were damezrandin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku piştguhxistina van têbîniyan binpêkirina mafên welatiyên Kurd li herêma Efrînê ye û milkên wan dixe ber metirsiya windabûnê ku dibe sedema derketina nakokiyên di paşerojê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst