VÎDEO - Dîmenên êrişa li Dêrsimê derketin holê: Kesek mir, kesek jî birîndar bû

23-09-2025
Ali Haydar Gozlu
Êrişa li Dêrsimê / Wêne: Dîmenên kameraya ewlehiyê
Êrişa li Dêrsimê / Wêne: Dîmenên kameraya ewlehiyê
Nîşan Dêrsim Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên kameraya ewlehiyê yên êrişa çekdarî ya ku Hasan T. li Dêrsimê pêk anî û di encamê de kesek mir û kesek jî birîndar bû, derketin holê.

Di bûyera ku 29ê Tebaxê li xwaringeheke li ser Cadeya Cumhuriyetê ya li navenda Dêrsimê qewimîbû de, Hasan T. yê ku berê xwediyê xwaringehê bû, bi çekekê berê gule li Hasan Ç. û paşê jî li Alî Îhsan B. reşandibûn.

Hasan Ç.yê ku gule li serê wî ketibû, li erdê ket û mir, Alî Îhsan B. jî ji sînga xwe bi giranî birîndar bû.

Di dîmenan de tê dîtin ku Serokê Giştî yê DEDEFê Alî Riza Bîlîrê ku li heman maseyê rûniştibû, midaxeleyî êrişkar dike û nahêle bêhtir guleyan bireşîne.

Ji her du kesên ku gule li wan ketibûn û bi giranî birîndar bûbûn, Hasan Ç. li gel hemû midaxeleyan miribû û dermankirina Alî Îhsan B. jî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst