Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter gihişt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.
Ashton Carter ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.
Tê payîn Carter ligel rayedarên Herêma Kurdistanê derbarê oprasyona rizgarkirina Mûsilê de civînan pêk bîne.
Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Ashton Carter duh li Bexdayê zincîreke civînan pêkanî û mijara sereke yê civînên wî gotûbêjkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê bû.
Pentagonê di beyannameyekê de ragihand, di civîna bi fermandeyên leşkerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, behsa pêşveçûna eniyên şer yên Mûsilê hatiye kirin.
Pentagonê herwiha diyar kir ku Wezîrê Berevaniya Amerîka pîrozbahiya destpêkirina oprasyona kontrolkirina Mûsilê li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kiriye û her dû aliyan gotûbêja pêşveçûnên eniyên şer kirine.
Medyayên Amerîka jî belavkirine ku Ashton Carter di cvîna bi Ebadî re behsa krîza navbera Tirkiyê û Iraqê de kiriye û amaje bi wê yekê jî kiriye ku divê Enqere û Bexda dest ji daxuyaniyên xwe yên tund berdin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse