Amerîka: Em dê sîstema parastina asmanî bidin Hewlêrê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Sîstema Parastina Asmanî Joshua Harris Bexda Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Washington li hemberî êrişên bi mûşek û dronan mertaleke nû dide Herêma Kurdistanê.

Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê eşkere kir ku ew 'bi lez' dixebitin da ku sîstemên parastina asmanî li Hewlêrê bi cih bikin.

Li aliyê din, Amerîkayê ji Bexdayê re xeta sor nîşan da û hişyariyeke tund da ku beşdariya milîsan a di hikûmetê de nayê qebûlkirin û divê rê li ber 'diziya çavkaniyên Îraqê' ya ji aliyê Îranê ve were girtin.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê Joshua Harris ragihand ku ew ji bo parastina jêrxana hestyar a Herêma Kurdistanê  ya ji êrişan "cidî û bi lez" li gel hevbeşên xwe yên li Hewlêr û Bexdayê kar dikin.

Dîplomatê Amerîkî da zanîn ku ew hewl didin sîstema parastinê li Herêma Kurdistanê bi cih bikin.

Joshua Harris her wiha bangî Îraqê kir ku rûbirûyî "fînansekirina neyasayî" û "diziya çavkaniyên Îraqê" bibin.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê li gel nûçegihan û nûnerên çend dezgehên ragihandinê civiya.

Nûçegihanê Rûdawê yê Bexdayê Ziyad Îsmaîl jî di civînê de amade bû.

Amerîka: Em dê sîstema parastinê bidin Hewlêrê

Joshua Harris eşkere kir ku dûrxistina milîsan a ji hikûmetê şertekî bingehîn e. Harris ji Bexdayê xwest ku rê li ber "diziya çavkaniyên Îraqê" ya ji aliyê Îranê ve bigire.

Sîstema parastinê ji bo Herêma Kurdistanê

Êrişa di dawiya meha çiriya paşîn a li ser Qada Gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê hilberîna elektrîkê ji sedî 80 rawestandibû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî êrişê ji Amerîkayê xwestibû ku sîstema parastina asmanî bide Herêma Kurdistanê.

Dîplomatê Amerîkayî êriş şermezar kir û ragihand ku ew bi Hewlêr û Bexdayê re di nav têkiliyê de ne.

Harris got ku ew dixebitin da ku sîstemên parastinê ya asmanî bişînin. Armanc parastina jêrxana hestiyar e li hemberî mûşek û dronên Îranê.

Harris destnîşan kir ku divê çavkaniya pirsgirêkê werin çareserkirin.

Li gorî wî, pirsgirêka sereke çekên di destê mîlîsên nêzîkî Îranê ne ku gefê li ewlehiyê dixwin.

"Nabe milîs tevlî hikûmetê bibin"

Çarçoveya Hevahengiyê di hilbijartinên giştî de piraniya kursiyên Parlamentoya Îraqê standibû.

Beşek ji partiyên vê hevpeymaniyê baskê siyasî yê komên çekdar in û di lîsteya sizayan a Washingtonê de ne.

Harris mercên Washingtonê bi zelalî eşkere kirin û hişyarî da hevbeşên xwe yên Îraqî.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê teqez kir ku beşdariya milîsan di hikûmetê de li gel hevbeşiya bi Amerîkayê re nagunc e.

Pêngaveke wiha metirsiyê dixe ser pêwendiyên stratejîk ê her du welatan.

Harris li ser îhtimala bikaranîna hêza leşkerî jî got ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe her gav amade ye.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê bi bîr anî ku dîtina Serok Trump a ji bo aştiyê "bi rêya hêzê" ye.

Washington Tehranê bi "diziya çavkaniyên Îraqê" tohmetbar dike. Amerîka dibêje ku Îran wan pereyan ji bo têkdana aramiya herêmê bi kar tîne.

Avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Harris li ser avakirina kabîneya dehem a Herêma Kurdistanê jî axivî û wî xwest ku gotûbêj bi lez bên kirin.

Meslehetguzarê Balyozxaneya Amerîkayê pesnê "hevbeşiya taybet" a bi Hewlêrê re da û rola serkirdayetiya Kurdan wekî "çareserker" bi nav kir.

Hewlêr û Bexdayê dawiya îlonê ji bo hinardekirina petrolê li hev kiribû.

Li gorî gotina Harris hinek berpirsên Wezareta Petrolê ya Îraqê rê li ber bicihanîna vê rêkeftinê digirin.

Dîplomatê Amerîkayî ragihand ku dan û standinên wan didomin û divê ev mijar zû were çareserkirin.

Harris ji hevbeşên xwe yên Îraqî xwest ku li ser sozên xwe bisekinin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst