Almanekî DAIŞî daxwazê ji welatê xwe dike wî ji Rojava derxîne

23-10-2018
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Qamişlo Almanya DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî Almanya Sufyan ku tevlî nav çekdarên DAIŞê bibû û ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatiye girtin daxwazê ji hikûmeta welatê xwe dike, ku rêya vegerê li ber wî vekin daku bikaribe li Almanya jiyana xwe bibe serî.

 

Sufya bi tohmeta ku endamê rêxistina DAIŞê li bakurê Sûriyê hatiye girtin û piştî bûye misilman nave xwe guheriye û kiriye Sufyan. Sufyan bi esil xelkê Almanyayê ye, niha daxwazê ji welatê xwe dike ku wî rizgar bikin û derfetê bidinê daku careke din dest bi jiyaneke nû bike.

 

Endamê berê yê DAIŞê  Alman Sufyan wiha dibêje: “Hêvîdar in Almanya derfetekê bide min daku bikaribim kurê xwe mezin bikim, ligel hevjîna xwe bim û dest bi jiyaneke nû bikin, bêyî ku qet tiştekî xirab bikim. Bi rastî mebesta min hevkarîkirina xelkê ye, wek di dema derbasbûyî de min li Sûriyê kiriye."

 

Sufyan anî ziman ku eger Almanya dixwaze wê ceza bike, amade ye wî cezayî qebûl bike û çendîn sal di zîndanên Almanyayê de bimîne, lê tenê derfetekê bidinê daku careke din vegere welatê xwe û bi kur û hevjîna xwe şad bibe. Hevdem xwe ji hemû tawanên DAIŞê bêrî dike û amaje bi wê yekê dide ku ew tenê bi armanca hevkarîkirina xelkê çûye nav DAIŞê û piştre neçar bûye beşek ji biryarên DAIŞê cîbicîh bike.

 

Sufyan herwiha got: “Ez ne kesekî xirab im, naxwazim kesekî biêşînim, xwesteka min ew bû herdem hevkariya xelkê bikim. Mirov şaşiyan dike, ez jî kesekî nezan bûm. Min digot qey tişta dikim baş e, rast e, lê ji te re dibêjim ku ez di biryarên xwe de ne azad bûm, di jêr gefê de bûm."

 

Sufyan 36 salî ye û nêzîka salekê ye ji aliyê YPGê ve hatiye girtin. Wek ew dibêje, ne çekdar bûye û di hemû jiyana xwe de kesek nekuştiye, tenê karê pînetiyê kiriye û hevkarê xelkê bûye. Herwiha daxwaz dike ku hikûmeta Almanya wî vegerîne welatê wî, li wê derê were dadgehkirin û bi hemû cezayekî welatê xwe jî razî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst