Çalakvana navdar a Kurd û damezirînera saziyên "Hawar Help" û "German Dream" Duzen Tekkalê, derbarê rewşa dawî ya Kurdan a li her çar parçeyên Kurdistanê û rûdanên li Sûriye û Îranê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re nirxandinên girîng kirin.
Duzen Tekkal ku li Almanyayê wekî dengekî bilind ê mafên mirovan û doza Kurdî tê naskirin, di hevpeyvîna xwe ya li gel Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê de, bal kişand ser êrişên dawî yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê û Efrînê.
Tekkalê bi tundî rexne li bêdengiya civaka navneteweyî girt û diyar kir ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer heman rêbazên hovane yên DAIŞê li dijî Kurdan bi kar tîne.
Tekkalê ku saziya "Hawar Help" li ser xwelî û bermahiyên komkujiya Êzidiyan ava kiriye, diyar kir ku ew di her platformekê de hewl dide bibe dengê Kurdên bêwelat û bêparastin.
Tekkalê her wiha behsa projeya xwe ya "German Dream" (Xewna Almanî) jî kir û amaje pê da ku di vê dema hestiyar de xuyabûn û bihîstina jiyana Kurdan li Ewropayê ji her demê girîngtir e.
Di beşeke din a hevpeyvînê de, çalakvana Kurd rewşa aloz a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nirxand.
Tekkalê bangî Yekîtiya Ewropayê û Almanyayê kir ku li hemberî "zilm û çewisandina" Komara Îslamî ya Îranê helwesteke zelaltir nîşan bidin û daxwaz kir ku "Supaya Pasdaran" a Îranê di asta Ewropayê de bikeve lîsteya terorê.
Duzen Tekkalê di vê hevpeyvîna taybet de, dîtin û pêşniyarên xwe yên ji bo çareserkirina krîzên mirovî û siyasî yên li herêmê bi berfirehî tîne zimên.
Rûdaw: Silav û rêz ji bo we bînerên ezîz, em îro li gel çalakvana navdar a Kurd a li Almanyayê Duzen Tekkalê ne. Duzen Tekkal, damezirênera saziya "Hawar Help"ê ye. Ew li Almanyayê dengekî bilind e û di hemû medyayên Almanyayê de behsa Kurdan û wan neheqiyan dike ku li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan tên kirin. Ez dixwazim pirsekê ji Duzenê bikim. Duzen, spas ji bo vê derfetê. Pirseke min a pir girîng heye lê berî her tiştî dixwazim bizanibim projeya "German Dream" (Xewna Almanî) di vê dema hestiyar de ji bo Kurdên Almanyayê çi qas girîng e?
Duzen Tekkal: Bihîstin û berçavbûna jiyana Kurdan ne tiştekî asayî ye. Ji ber wê divê em her derfetê bi kar bînin da ku li ser vê yekê biaxivin. Em îro li vir ne tenê bi navê "Hawar" lê bi navê "German Dream" jî li vir in da ku rêzê li wan qehremanên nenas ên jiyana rojane bigirin; mirovên ku bi xwebexşî kar dikin û nîşan bidin ku em li ku derê bin, em piştgiriya hêviyê û jiyanê dikin, ne piştgiriya cudabûnê. Dema ez li vir im, bi dil, raman û serê xwe ez li Helebê me, ez li Rojava me, ez li Rojhilat im û ez li Başûr im. Ez li wan hemû welatan im ku Kurd lê belav bûne û bê welat mane.
Rûdaw: Komkujî û binpêkirina mafên mirovan a li Helebê û komkujiya li Kurdan a li Efrînê berdewam dike. Hûn wekî saziya "Hawar Help"ê çi dikin da ku vê bêdengiya navneteweyî bişkînin û raya giştî ya Almanyayê şiyar bikin?
Duzen Tekkal: Me ev sazî li ser xwelî û bermahiyên komkujiya li ser civaka me ya Êzidî ava kir. Kurdan 15 hezar mirovên xwe di şerê dijî kujerên DAIŞê de ji dest dan. Ger em wekî "Hawar"ê nebin dengê wan û li ser neaxivin, dê kî biaxive? Em dê hemû derfetan, hemû torên pêwendiyan û hemû pêwendiyên siyasî yên ku li ber destên me ne bi kar bînin da ku bala cîhanê bikişînin ser Kurdan li Heleb, li Efrîn û li Amedê. Em dixwazin nîşan bidin ku divê kujerên DAIŞê ti carî bi ser nekevin. Îro kesekî wekî Ebû Mihemed Colanî bi navê Ehmed Şer heman rêbazên DAIŞê li dijî Kurdan bi kar tîne û cîhan li hemberî vê bêdeng e, bi rastî lêborîna vê nabe.
Rûdaw: Rewşa li Îranê roj bi roj xerabtir dibe. Xelk li ser kolanan e û ji bo azadî û mafên xwe xwenîşandanê dikin. Di vê rewşa niha ya Îranê de çi pêwîst e were kirin?
Duzen Tekkal: Komara Îslamî înternet qut kiriye da ku bi rehetî xelkê xwe yê sivîl bikuje. Divê em tenê temaşevan nebin. Mirov êdî bêzar bûne, 47 sal in di nav vê êşê de ne û ji me re dibêjin: "Em êdî vê Komara Îslamî naxwazin." Ji ber wê divê em li pişt van mirovan bisekinin.
Divê em wekî Yekîtiya Ewropayê misoger bikin ku "Supaya Pasdaran" bikeve lîsteya terorê ya Ewropayê çimkî cihê wan ê rast li wir e. Metirsiya Komara Îslamî ji sînorên Îranê derbas dibe. Ji ber wê girîng e ku em bikevin tevgerê û encamên wê hebin. Di vir de Almanya jî berpirsiyar e; wekî hevparê herî mezin ê aborî yê Îranê di nav Yekîtiya Ewropayê de, divê êdî Almanya helwesta xwe zelal bike.
Rûdaw: Duzen, gelekî spas ku tu li gel me bûyî. Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse