Cecilia Strad: Em ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê amade ne

50 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Cecilia Strad Dîlawer Ajgeyî Parlamentoya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Parlamentoya Ewropayê Cecilia Stradayê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan ducare kir û got, “Em ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê amade ne.”

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê  yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlawer Ajgeyî, li gel Endama Koma Sosyal Demokratan a Parlamentoya Ewropayê (PE) Cecilia Stradayê civiya.

Di civînê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê aktorekî serekî yê aramiya herêmê ye.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê  yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlawer Ajgeyî piştî hevdîtinê ji Rûdawê re axivî.

Dîlawer Ajgeyî da zanîn ku wî li ser pêşhatên siyasî yên dawî yên li Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn agahiyên berfireh dane parlamentera Ewropayî.

Dîlawer Ajgeyî diyar kir ku wî di civînê de nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser pêşhatan aniye zimên.

Wî destnîşan kir ku bi taybetî siyasetên li ser ewlehiya neteweyî û çanda bihevrejiyanê hatine gotûbêjkirin.

Rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin

Yek ji mijarên sereke yên rojeva civînê, rûdanên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Dîlawer Ajgeyî bal kişand ser rola serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ya di vê pêvajoyê de.

Bi gotina Dîlawer Ajgeyî wî bi taybetî behsa hewlên berdewam ên Serok Mesûd Barzanî yên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê û parastina mafên gelê Kurd kir.

Di hevdîtinê de her du aliyan jî hevnêrîn bûn ku Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn "giraveke bihêz a aramiyê" ye.

"Em ji bo Herêma Kurdistanê ji her cure hevkariyê re amade ne"

Endama Parlamentoya Ewropayê Cecilia Stradayê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdan ducare kir.

Strada wekî dosteke nêzîk a gelê Kurdistanê tê naskirin û berê di avakirina Nexweşxaneya "Emergency" (Rewşên Bilez) ya li Herêma Kurdistanê de roleke çalak lîstibû.

Stradayê got, "Li Parlamentoya Ewropayê gelek dostên Kurdan hene."

Wê destnîşan kir ku ji bo her cure piştgirî û hevkariya ku xizmeta doza rewa ya gelê Kurd bike û statuya Herêma Kurdistanê biparêze, ew û koma xwe amade ne.

Li Parlamentoya Ewropayê dê çalakiyên hevpar werin lidarxistin

Li aliyên din, di civînê de biryar hat dayîn ku gavên nû bên avêtin da ku destkeftiyên Herêma Kurdistanê li Ewropayê zêdetir werin nasandin û bal were kişandin ser zehmetiyan.

Di vê çarçoveyê de hat ragihandin ku dê di nav Parlamentoya Ewropayê de bi hevahengiya Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re gelek proje û çalakiyên hevpar werin lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst