Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tendurustiya Herêma Kurdistanê biryar da, ku xizm û malbatên şehîdan, yên zîndaniyên siyasî û berkeftiyên çekên kîmyewî bê beramber kontrol, pişkînîn û çareseriya xwe ya tendurustiyê werbigrin.
Biryar ji aliyê Wezareta Tendurustiya Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin û ji hemû dezgehên pêwendîdar ên wezaretê re hatiye şandin.
Li gorî vê biryarê divê ji vir û şûnde li hemû bingeh û malbendên tendurustiyê û herwiha li navendên nexweşxaneyên dil ên Herêma Kurdistanê de, di pileya yekemîn de xizm û malbatên şehîdan, zîndaniyên siyasî û berkeftiyên çekên kîmyewî dê bikarin bêyî ti mesrefekî bikin, çareseriya xwe ya pizîşkî werbigrin.
Di heman biryarê de hatiye destnîşankirin, ji sedî 20ê lîsteyên hemû neştergeriyan ên li nexweşxaneyên hikûmî, eger pêwîstiya wan bo şandina derveyî welat hebe, dê ji aliyê komîsyoneke taybet ve bên nirxandin.
Herwiha ji bo şandina derveyî welat dê daxwazname ji Civata Wezîran re bê pêşkeşkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse