Birîndarên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê gihiştin Rojavayê Kurdistanê

9 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Taxên Kurdan Veguhastin Birîndar Şehîd HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ragihandina agirbestê ya li taxên Kurdan ên Helebê, îro berê sibehê karwanê termên şehîdan û birîndarên şerê pênc rojan gihişt Rojavayê Kurdistanê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro ragihand ku wan bi Şamê re li ser agirbestê li hev kiriye.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku ev lihevkirin derketina termên şehîdan, birîndaran, sivîlên dorpêçkirî û şervanan ji her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve garantî dike.

Birîndar veguhastin nexweşxaneyan

Piştî daxuyaniya Ebdî, îro berê sibehê birîndar û termên şehîdan bi karwanekî otomobîlan û hejmarek ambûlansan gihiştin herêmên Rêveberiya Xweser û birîndar veguhastin nexweşxaneyan.

Hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê çûn pêşiya karwanê otomobîlên ku şehîd û birîndarên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê vediguhastin û pêşwaziya wan kir.

Bîlançoya fermî nehatiye ragihandin

Rêveberiya Xweser heta niha bi awayekî fermî hejmara şehîd û birîndarên şerê pênc rojan ranegihandiye.

Artêşa Sûriyeyê 6ê vê mehê êrişî taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê kiribû û êriş heta doh 10ê mehê berdewam kiribûn.

Ji bilî qurbaniyan, bi deh hezaran malbat ji ber wan êrişan koçber bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst