Serok Barzanî: Êrişa li Qeladizê dirindeyî û beserûberiya rejîma berê nîşan dide

24-04-2024
Nîşan Serok Barzanî Qeladizê Bombebaran Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li ser bombebarankirina Qeladizê got, “Rûpelekî reş yê dirindeyî û bêserûberiya rejîma berê ya Îraqe ya li beramberî gelê Kurdistanê ye.”

Rejîma Beasê 24ê Nîsana 1974an Qeladizê bombebaran kir.

Di vê êrişê de 134 kes şehîd ketin û 150 kes jî birîndar bûn.

Herwiha 200 xanî jî ji binî rûxiyan.

Gelek ji kesên ku şehîd ketin an birîndar bûn mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bûn.

Mamoste û xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê wê dema ji ber êrişên Beasê çûbûn Qeladizê.

“Rûpelekî reş yê dirindeyî û bêserûberiya rejîma berê ya Îraqe ye”

Serok Barzanî di salvegera 50î a vê êrişa Beasê de peyamek belav kir û got:

“Bombebarankirina Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê rûpelekî reş yê dirindeyî û bêserûberiya rejîma berê ya Îraqe ya li beramberî gelê Kurdistanê ye.

Di salvegera 50î ya bombebarana zalimane ya Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê de silav ji bo giyanê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst