Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê sir û seqema meha Nîsanê zerereke mezin daye mişmişan.
Li ser asta cîhanê nêzîkî ji sedî 85ê çîran (mişmişên hişk) ji Meletiyê tên dabînkirin û ji zêdeyî 100 welatan re tên hinardekirin.
Îsal karesatek çêbû û zerereke zêde gihîşte cotkaran.
Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan got:
“Li Meletiyê derveyî ceh û genim hemû fêkî têk çûn, zerera herî zêde li qeysiyan bûye.
Me pêşbînî dikir ku îsal berhemê mişmişên ter bigihêje heta 700 hezar tonî lê ji ber sir û seqema wê şevê me ji sedî 100ê qeysiyan winda kir.
Di mişmişên hişk de zerera me nêzîkî 160 hezar ton e.
Bi giştî li parêzgeha me nêzîkî 700 heta 750 milyon dolar zerer çêbûye.”
Beriya sir û seqemê her toneke mişmişan bi 4 hezar û 700 dolaran dihat hinardekirin.
Lê niha li gorî kalîteya xwe di navbare 8 û 10 hezar dolaran de tê firotin.
Esnafê bi navê Mehmet Şîmşek anî ziman:
“Berhemdêr dibêje sala bê berhem nîne, zerereke zêde çêbûye.
Esnaf û hinardekar di firotinê de rûbirûyê pirsgirêkan dibin ji ber ku nirx zêde bûye.
Em jî di kirîn û firotinê de zehmetiyan dibînin.
Beriya sir û seqemê bi 100 heta 150 lîreyên Tirkî bû lê piştî wê derket 300 heta 350 lîreyan.”
Bi armanca lêkolîna encamên sir û seqema meha Nîsanê û tespîtkirina zererê cotkaran li Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyona Lêkolînê hat avakirin û 20ê Gulanê civiya.
Hat ragihandin ku di çarçoveya serdanên qadê de komîsyon dê biçe serdana parêzgeha Meletiyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse