Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand, grûpên çekdar hejmarek ji welatiyên Efrînê girtin û ji bo berdana wan daxwaza fidyê dikin û bi tûndî jî têne îşkencekirin.
Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re got, li gundê Sêmalka yê bajarokê Mabata grûpa çekdarî ya Sultan Mûrad welatiyê Kurd Hemîd Ednan Hemed ku bi navê Hemîd Hemaço tê naskirin revandine û ji bo azadkirina wî daxwaza fidyê dikin.
Hemîd Ednan Hemed xwediyê froşgehekê ye û berê 2 caran hatibû girtin û her carê ji bo azadkirina wî malbata wî naçar bû, 2 heta 3 hezar dolaran bidin wê grûpa çekdar.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm ji Rûdawê re got, her li nêzîkî gundê Sêmalka li gundê Şêxûtka grûpa bi navê Ceyiş El-Nûxbe welatiyê Kurd Reûf Arif yê 50 salî girtine û ji bo azadkirina wî çekdar daxwaza 2 hezar dolaran dikin û got, bi tûndî tê îşkencekirin ji bo ku malbata wî fidyê bide.
Îbrajîm Şêxo ji Rûdawê re got, li gundê Kaxirê yê heman bajarokî çekdarên Emşat welatiyê wî gundî Mihemed Nizmî yê 35 salî girtine û ji bo berdana wî daxwaza fidyê bi qasî 2 hezar dolaran dikin.
Berî 15 rojan jî çekdarên girêdayî Tirkiyê li bajarokê Mabata yê Efrînê welatiyê Kurd Lezgîn Elî Şêxo ji gundê Gobakiyê girtin û heta niha jî çarnivîsa wan ne diyar e.
Rêxistinên Navdewletî grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê tometbar dikin ku dest datînin ser mal û mulkê Kurdan, bê sûc welatiyên Kurd desteser dikin ku gelek ji wan di bin îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane û bi enqest hewla guhertina demografya herêma Efrînê dikin ku niha tenê ji %20 Kurd têde mane.
Endamê Bêrê yê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Dr. Nûrî Reşo berî niha ji Rûdawê re ragihandibû, ““Ev bûn 3 sal (Efrîn) di destê çekdaran de ye… wek çekdar, Ereb, Îxwanî Muslîm xuya dikin, lê li pişt wan Tirk hene. Ti kes nikare bêyî Tirkiyê karekî bike. (binpêkirin) sîstematîk in, tirban xerab dikin, dar di Efrînê de nehiştin, malan xerab dikin, xelkê digirin… (kiryar) ne şexsî ne, sîstematîk in.”
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse