PWK: Divê neheqiya li Kurdan hatiye kirin bê telafîkirin

24-07-2025
RÛDAW
Nîşan PWK Peymana Lozanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku bi Peymana Lozanê Kurdistan hatiye perçekirin û divê ew dewletên ku peyman îmze kirine, vê "neheqiya dîrokî" telafî bikin.

Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê 24ê Tîrmeha 1923an Peymana Lozanê hat îmzekirin.

PWK bi boneya salvegera 102emîn a Peymana Lozanê daxuyaniyek da û bangî hemû hêzên Kurdistanî kir ku ji bo betalkirina peymanê têkoşîneke hevbeş û berfireh bidin destpêkirin.

PWKyê bi bîr xist ku bi wê peymanê bêyî ku temsîliyeta miletê Kurd hebe, Kurdistan di navbera çar dewletan de hatiye parçekirin û vîna gelê Kurd hatiye binpêkirin.

Li gorî daxuyaniyê ji derveyî  îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hat xêzkirin û dîroka sedsaliya makûs a neteweya Kurd a ku li ser bingehê parçebûn û dabeşbûnê form girtiye îro jî didome.

PWKyê diyar kir ku ev peyman sedema bingehîn a pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û çandî yên Kurdan e û got, “Bi Peymana Lozanê miletê Kurd û welatê wan Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan bin pê bûye.”

“Dewletên cîhanê jî berpirsiyar in”

Partiyê amaje pê kir ku ne tenê Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriye, her wiha dewletên cîhanê yên ku beşdarî Peymana Lozanê bûne jî ji vê rewşê berpirsiyar in got:

“Peymana Lozanê peymaneke navdewletî ye û pêwîst e di çerçeweya pirensîb û dadweriya navnetewî de bê şîrovekirin.

Loma jî girîngiya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta navdewletî de, bêtir manîdar dibe.

Bê gûman, di warê qada dîplomasî û hiqûqa navdewletî de erkên gelekî girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwanên kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin.

Ji bo van erk û vatiniyan jî pêwîstî bi lobiyeke xurt a ji bo tekoşîna dadweriya navdewletî, her wiha pêdivî bi dîplomasiyeke koordînekirî û bi istîqrar heye.

Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.”

“Kurdan qet peyman qebûl nekiriye”

PWKyê tekez kir ku Kurdan Peymana Lozanê qet  qebûl nekiriye û wiha domand:

“Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake. Divê ev zincîrên koletiyê miheqeq bêne şikandin.

Pêwîst e hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên Kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî  de, di salvegera 101 saliya Peymana Lozanê de amade bin.”

“Divê zincîrên koletiyê bên şikandin”

PWKyê bang li hemû partî, sazî, rewşenbîr û akademîsyenên Kurdan kir ku di qada navneteweyî de bi ‘rûhekî seferberiyê’ li dijî peymanê têbikoşin û da zanîn ku divê ev ‘zincîrên koletiyê’ bên şikandin.

Herwiha hat destnîşankirin ku bi taybetî li ser dîasporaya Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê dîplomasî û hiqûqa navneteweyî de erkên girîng dikevin ser milan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine yan jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqiya dîrokî vekişînin û mafê dewletbûna miletê Kurd qebûl bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst