Nûnerê Yekîtiya Ewropayê ji Nêçîrvan Barzanî xatir xwest

24-08-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Thomas Seiler Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo xatirxwestinê û bidawîhatina erka wî Serokê Nûneratiya Yekîtiya Ewropayê ya Îraqê Thomas Seiler qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bo kar û hewlên wî yên di bipêşxistina pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê yên bi Îraqê re spasiya Seiler kir û di erkê wî yê nû de jê re serkeftin xwest.

Nêçîrvan Barzanî her wiha, daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariya hevbeş ên bi Yekîtiya Ewropayê re dûbare kir.

Li aliyê din, Thomas Seiler jî ji bo piştgirî û hevkariya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine spasiya Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê kir.

Seiler her wiha, tekezî li ser pabendiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo hevkarî û piştgiriya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Pêwendiyên Hewlêr - Bexdayê, rewşa giştî ya Îraq û Herêma Kurdistanê, aliyekî din ê hevdîtinê bû ku Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê ya Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst