Di navbera Bakur û Rojhilat de 204 kîlometre dîwarê ewlehiyê hat çêkirin

24-09-2025
RÛDAW
Nîşan Dîwarê Ewlehiyê Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê ji bo pêşîlêgirtina derbasbûnên dereqanûnî li ber sînorê Îranê dîwarê ewlehiyê tê danîn û çêkirina 204 kîlomêtre dîwar bi dawî bû.

Ji bo 91 kîlomêtreyên din jî xebat didomin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo ku pêşî li ber destbasbûnên deryasayî were girtin, sala 2021ê dest bi çêkirina dîwarê ewlehiyê hat kirin.

204 kîlomêtreyê dîwar hat çêkirin û sînorê Ebex, Qelqelî û Mahmudiyeyê dikeve nav beşa çêkirî.

Ji bilî lêkirina dîwar, têl danîn ser, li ber dîwar xendek hatin kolan û rêya wê ya ewlehiya jî hat bidawîkirin.

91 kîlomêtreyê ku hîn tê çêkirin jî dikeve ber sînorê navçeya Elbakê.

Ji bo beşa mayî lêkirina dîwarê bêton û xebatên din dewam dikin.

Li ber sînor kûleyên elektro optîk û biasansor hatin avakirin û cîhazên çavdêriyê û radar bi kûleyan ve kirin.

Leşker di van kûleyan de çavdêriya xeta sînor dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst