Li Amedê 15 hezar dolar ceza li 4 şofêran hat birîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amed Ceza Trafîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ceza li wan şofêran hat birîn ku rêzikên trafîkê bin pê kirin.

Li 4 şofêran bi giştî 650 hezar lîreyî ceza hat birîn.

Ev pere dike nêzîkî 15 hezar dolaran.

Her wiha 3 otomobîl ji çûn û hatine re hatin qedexekirin.

Bi kamerayan hat dîtin

Li Amedê bi kamerayên Pergala Birêvebiriya Ewlehiya Bajêr çavdêriya trafîkê tê kirin.

Bi rêya van kamerayan ceza li wan şofêran tê birîn ku qanûnan bin pê dikin.

Di çavdêriya kamerayan de hat dîtin ku 4 şofêran li Cadeya Rihayê, Cadeya Selahedîn Eyyûbî û Cadeya Mehabadê rêzikên trafîkê bin pê kirin.

Her wiha ev binpêkirin li nêzîkî Şevîmana Xwendekarên Keç a Xalid Bîn Welîd jî hatin kirin.

Hat tesbîtkirin ku wan şofêran bi lez şerîtên xwe guhertin û şofêrekî jî drîft kir.

Ehliyetên wan hatin wergirtin

Li ser vê yekê li her 4 şofêran 650 hezar lîreyî ceza hat birîn.

Di heman demê de 3 otomobîl ji trafîkê hatin qedexekirin.

Her wiha ehliyetên 4 şofêran jî heta 2 mehan ji wan hatin wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst