Duhok (Rûdaw) - Çekdarên Heşda Şeibî piştî salekê gundê Sîba Şêx Xidir ku gundekî Kurdên Êzidî û ser bi qezaya Şingalê ve ye, radestî Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) kirin.
Qayimmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ku hêzên Heşda Şeibî gundê Sîba Şêx Xidir a Kurdên Êzidî radestî YBŞê kirine û got, beriya niha hêzên Heşda Şeibî bajarokê Gir Uzêr jî radestî YBŞê kirine. Lê belê Qayimmeqamê Şingalê amaje bi dema radestkirina wê gundê Şingalê nekiriye.
Mehma Xelîl herwiha diyar kir, ku beriya êrîşa DAIŞê bo ser Şingalê û derdora wê, 140 hezar kes li bajarokê Gir Uzêr û li gundê Sîba Şêx Xidir jî 27 hezar kes dijiyan, lê niha piraniya xelkê wan cihan koçber bûne û tevî wê yekê niha Heşda Şeibî ew herdu dever radestî YBŞê kirine.
Fermandarê YBŞê yê bi navê Arif Şingalî jî ragihand, ku ew radestkirina gundê Sîba Şêx Xidir li Kurdên Êzidî pîroz dikin û tekez kir, ew dê bi hemû hêza xwe navçeyên ku radestî wan hatine kirine, biparêzin.
Sala bihorî û piştî bûyerên 16ê Cotmehê ku hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî êrişî Kerkûkê û hin navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, qezaya Şingalê jî weke çendîn qeza û nahiyeyên din ên Kurdistanî ketin bin kontrola wan hêzan, lê belê hêzên YBŞê û hin grûpên din ên çekdar ên ser bi PKKê ve li herêmên di bin desthilatdariya Heşda Şeibî de man.
Piştî ku Heşda Şeibî kontrola navçeyê girte destê xwe, kesekî ser bi xwe yê bi navê Fehed Hamid weke Qayimmeqamê Şingalê destnîşan kir, lê belê encûmena parêzgeha Mûsilê îtîraf bi wê biryara Heşda Şeibî nekir û di karûbarên îdarî de serderiyê li gel Mehma Xelîl weke qayimmeqamê yasayî yê Şingalê dike.
Yekîneyên Berxwedana Şingalê ango YBŞ hêzeke çekdarî ye li Şingalê û ser bi PKKê ve ye, ku Heyder Şeşo serokatiya wê dike.
Pêştir û di meha Tebaxê de piştî ku roja 15ê Tebax (meha 8) a îsal, berpirsê tevahî hêzên PKKê li Şingalê Zekî Şingalî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve bûbû armanc û canê xwe ji dest dabû, û ji ber wê yekê çend caran di navbera YBŞê û artêşa Iraqê de alozî derketibûn.
Endamê Encûmena Xweser a Şingalê ya ser bi PKKê ve Herbo Xidir wê demê ji Rûdawê re axivîbû û hikûmeta Bexdayê wek berpirsê kuştina Zekî Şingalî tometbar kiribû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse