Artêşa Ereban a Sûriyeyê gihişt sînor, hêzên li Şingalê ketin rewşa amadebaşiyê

2 demjimêr berê
Edla Bekir
Hêzên Îraqî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêzên Îraqî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şingal Artêşa Ereban a Sûriyeyê YBŞ Heşdî Şebî
A+ A-

Şingal (Rûdaw) - Gihiştina Artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser sînorê Şingalê, tevger xistiye nava hêzên leşkerî yên deverê.

Heşdî Êzidî û Heşdî Şebî ji vê cîrantiyê dilgiran in û ketine rewşa amadebaşiyê.

Li Şingalê piştî guherînên li aliyê Sûriyeyê û hatina Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser sînor, tirs û dilgiranî di nav xelkê û hêzên ewlehiyê de peyda çêbûye.

“Êzidî dizanin 10 sal berê çi hat serê wan"

Fermandarê Alaya Lalişê ya Heşdî Şebiyê Xal Elî ji Rûdawê re ragihand ku xelkê deverê ji bo parastina axa xwe amade ye û got:

"Xelkê herêmê hemû amade ne alîkariya hêzên ewlehiyê bikin. Êzidî baş dizanin 10 sal berê çi hat serê wan, loma îro bi hemû hêz û şiyana xwe amade ne herêma xwe biparêzin."

"Bêyî daxwaza me bûn cîran"

Fermandarê Heşdî Şebî dilgiraniya xwe venaşar û got:

"Ew bûne dewletek, her çi qasî me nedixwest bibin cîranên me lê bêyî daxwaza me bûne cîran."

Berdevkê Ragihandina Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hadî Elyas jî tekezî li ser amadebûna hêzên xwe dike da ku rê li ber dubarebûna senaryoya 2014an bigirin.

Hadî Elyas got, "Hêzên me li Şingalê amade ne rê li ber her komkujiyekê bigirin.

Heta niha metirsiyeke berbiçav nîne û ti pêngav berev me neavêtine lê divê mirov her tim amade û hişyar be."

Tirs ketiye nav xelkê

Tirs û dilgiranî ne tenê li cem hêzên leşkerî heye her wiha li cem şêniyên Şingalê jî heye.

Niştecihê Şingalê yê bi navê Dexîl Miço jî got, "Li ser asta ewlehiyê heta niha tiştek nîne lê em daxwazê ji xelkê xwe dikin ku baldar bin."

Çalakvanê Şingalî Seed Hemmo hişyariyê da ku metirsî ne tenê li ser Şingalê ye û got:

"Dewletên derdora Sûriyeyê hemû di bin metirsiyê de ne, eger îro li Rojavayê (Kurdistanê) xelas bûn, sibê dê werin Îraqê û du sibê jî welatên din."

"Divê em her tim amade bin"

Welatiyê bi navê Azad Hisên amaje bi wê yekê kir ku hefteya borî tirs zêdetir bûye û got:

"Artêşa Ereban a Sûriyeyê li ser sînorê Îraqê bi cih bûne û hikûmeta Îraqê û hêz jî li vir bi cih bûne."

Mazin Xelîl jî hemfikir e û got, "Bê guman tirsek li cem xelkê me peyda bûye lê divê em her tim amade bin."

 

Qezaya Şingalê nêzîkî 80 kîlometreyan sînorê hevbeş bi Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re heye. Ji sala 2015an û piştî têkçûna DAIŞê, ev sînor di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst