Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê sibehê li bajarê Silêmaniyê taksiyekê li nivîskarê navdar Şêrzad Hesen da.
Rêkxerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ragihand ku ew rakirine nexweşxaneyê û rewşa wî ya tenduristiyê "hinekî ne baş e."
Rehman Xerîb ji Rûdawê re ragihand, "Vê sibehê li Taxa Eqariyê ya Silêmaniyê taksiyekê li nivîskar Şêrzad Hesen da."
Li gorî gotina Rehman Xerîb, piştî bûyerê nivîskarê Kurd rakirine Nexweşxaneya Şar û pişkinîn jê re tên kirin.
"Derb li serê wî ketiye"
Rehman li ser rewşa wî got, "Mamosta Şêrzad di bûyerê de bi ser milê rastê de ketiye û tûşî şokeke dijwar bûye; derb li serê wî ketiye. Bijîşkên nexweşxaneyê dibêjin ku rewşa wî ya tenduristiyê hinekî ne aram e."
Rehman Xerîb derbarê pişkinînên (kontrol) herî dawî yên Şêrzad Hesen amaje pê kir ku niha tomografiya wî (CT Scan) tê girtin û li nexweşxaneyê hatiye razandin.
Şêrzad Hesen kî ye?
Şêrzad Hesen sala 1951 yan 1952yan li Taxa Xaneqayê ya Hewlêrê ji dayîk bûye.
Sala 1975an Beşa Ziman û Edebiyata Îngilîzî ya Zanîngeha Bexdayê qedandiye.
Nivîskarê navdar 26 salan di warê perwerdeyê de wekî mamoste û serpereştyar kar kiriye.
Di navbera salên 1994-1997an de di beşa perwerde û ragihandinê ya rêxistina MAGê de xebitiye û du salan edîtoriya kovarên "Awat" û "Hêvî"yê kiriye ku ji bo zarok û xwendekaran dihatin weşandin.
Her wiha 6 salan di rêxistina UNESCOyê de ji bo kar û barên perwerdeyê kar kiriye.
Şêrzad Hesen xwediyê gelek berhemên edebî û wergeran e, her wiha gelek pirtûkên felsefî jî wergerandine Kurdî.
#BILEZ - Otomobîlekê li Şêrzad Hesen da
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 24, 2025
🛑 Li Silêmaniyê otomobîlekê li nivîskarê navdar ê Kurd Şêrzad Hesen xist
🛑 Şêrzad Hesen niha li nexweşxaneyê tê dermankirin pic.twitter.com/1aL90eW8Xx
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse