کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

kurdistan

Erdogan serdana Şirnexê kir: Rojeva xelkê û Erdogan ji hev cuda bû

Serkan İnce

Serkan İnce

24-12-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce24-12-2017

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Şirnex (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku di heman demê de Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) ye, ji bo 6emîn Kongreya Asayî ya liqê partiya xwe serdana bajarê Şirnexê kir.

 

AK Partiyê di çarçoveya guhertin û veguhertinê de heta niha li 17 bajaran kongreyên liqê pêk aniye. Recep Tayyip Erdogan beşdarî ji wan di 12ê kongreyan de amade bûye.

 

Di rojeva Erdogan de şerê li dijî PKKê û paytextbûna Orşelîmê hebû. Lê di rojeva welatiyan de jî berdewamiya parêzgehbûna Şirnexê û zêdekirina derkeftên kar hebû.

 

Li gor rayedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Şirnexê AK Partî jî di nav de partiya ku mafên bingehîn ên Kurdan qebûl nake di nav Kurdan de nayê qebûlkirin.

 

HDP jî kongreyên AK Partiyê yên bajaran wekî xebatên pêşwext ên hilbijartinên 2019an dibîne û îdîa dike ku tevî bikaranîna derfetên dewletê dengên AK Partiyê di rapirsiyan de herî zêde ji sedan 40 e. Di pergala nû ya Tirkiyê de ji bo kesek bibe serokomar divê di hilbijartinan de ji sedan 50 zêde dengekî werbigire.

 

Ji ber hatina Erdogan li bajarê Şirnexê di warê ewlekarî û xizmetguzariyê de tevgereke berfireh li ber çavan ket.

 

Xelkê Şirnexê Evdirehîm Sadak ji Rûdawê re wiha got: “Bo me bila deriyê gumrikê yê Xabûrê xweş bikin, bila welatê me xweş bikin.''

 

Welatiyê bi navê Ûgûr Avci jî got: “Hêvî û daxwaza me ew e ku bila Cizîr jî bibe parêzgeh û bila Şirnex jî weke parêzgeh bimîne.”

 

Ehmed Încî diyar kir ew aramî, hezkirin û rêzdariyê dixwazin.

 

Suleyman Soyîçen jî wiha daxwazên xwe anî ziman: “'Daxwaziya me ev e ku bila Şirnex ji parêzgatiyê dernekeve. Bila derfetên kar bidin vî miletî. Bila kangehên komirê yên daxistine dîsa serbest bikin.''

 

Erdogan beriya niha gotibû ew dê li şûna Şirnex navçeya wê Cizîrê bike parêzgeh û Şirnexê jî bike navçe. Tevî hemû hêviyên şirnexiyan jî Erdogan soza berdewamiya parêzgehbûnê neda wan.

 

Li gor DBPya ku li şûna 94 şaredariyên wê qeyûm hatine danîn û 62 hevşaredarên wê girtî ne, partiyên ku mafên Kurdan qebûl nakin li Bakur lewaz dibin.

 

 

Hevserokê DBPê  yê Şirnexê Yakûp Barkin jî ragihand: “Kurdan bi tevahî red dikin. Tiştên Kurdî û Kurdistanê tîne bîra mirov hemûyan red dikin. Ger tu Kurdek nêzîkî AK Partiyê bî, te qebûl dikin. Wekî din tu bibêje ku 'zimanê min Kurdî ye, nirxê min heye, çanda min heye. Ez ê li gor van nirxan, li gor axa xwe li gor çanda xwe, zimanê xwe dijîm', tu wê demê li AK Partiyê nayê qebûlkirin. Bi vî awayî AK Partî jî di nav gel de nayê qebûlkirin.''

 

HDP jî serdanên Erdogan ên bo bajarên Bakurê Kurdistanê wekî xebatên pêşwext ên hilbijartinên 2019an dibîne.

 

Hevserokê HDPî yê Şirnexê Zekî Îrmez destnîşan kir ku ew jî ji rapirsiyên ku tên kirin dibînin ku pileya wan her diçe kêmtir dibe û wiha got: “Encamên rapirsiyan ên diçin li ber destê wan ji sedê 40 zêdetir dernakeve. Ji ber vê yekê hemû derfetên saziyên dewletê ji bo xwe bi kar tînin.”

 

AK Partî hewl dide bi kongre û guhertinên navxweyî xwe nû bike. Di 6emîn Kongreya Asayî ya AK Partiya Şirnexê de yekane namzed Îbrahîm Halîl Erkan wekî serokê liqa bajêr hat hilbijartin.

 

Nivîsîn: Aydin Bayram

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Pirsên