Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê çend Xiristiyanên mane amadehiya Christmasê dikin.
Li Amedê sala 1900î nifûsa bajêr ji sedî 35-40 ji neteweyên ne misilman pêk dihat.
Wan deman li dêrên Amedê di Christmasê de dengê ayînan bilind dibû. Dengê ayînên Christmasê, li kuçe û kolanên Amedê bilind olan dida.
Lê piştî komkujiya 1915an Amed ji Ermen û neteweyên ne misilman vala bû.
Hejmara Xiristiyanan ew qas kêm bûye ku niha nikarin bi komî Christmasê pîroz bikin.
Ji xemlên li Dêra Keldanan a Mar Petyûnê, diyar e ku Christmas tê.
Li Amedê bi tevahî 10 Keldan mane. Yusuf Karadayi jî yek ji wan Keldanan e ku erd û axa xwe neterikandiye.
Ew hem birêvebir, hem notirvan û hem jî xizmetkarê dêra xwe ye.
Li gorî gotina wî, 50 sal berê dêra wan di Christmasê de tijî dibû lê ji ber ku Keldan li vir nemane, niha ew nikarin Christmasê bi dilê xwe pîroz bikin.
"Cih nedima ku tu rûnêyî"
Birêvebirê Dêra Keldanan a Mar Petyûnê Yusuf Karadayi behsa wan rojên berê kir û got:
“Salên 1970yî ez deh salî bûm. Wê demê hemû kes li vir bûn, cemaeta me hebû.
Wan deman ayînên me pir qelebalix dibûn. Wisa qelebalix dibû, cih nedima ku tu rûnêyî.”
Heta 1915an jî nifûsa Amedê ji sedî 30 Ermen bû. Lê piştî komkujî yan jî trajediyê, Amed ji Ermenan xala bû.
Niha li bajêr tenê çend malbatên Ermen mane ku ew jî nikarin Christmasê pîroz bikin.
"Papazê me tune ye"
Birêvebirê Dêra Surp Giragosê ya Ermenan Ohanes Ohanyan jî got:
"Li Diyarbekirê bi rastî li gorî Stenbolê hinekî zehmet e. Ji aliyê dînî ve zehmet e.
Papazê me tune ye ku ayînê bi rê ve bibe. Ji ber vê yekê carinan wekî dilê me çênabe.
Îsal jî wisa xuya dike ku em ê tiştekî nekin."
Li Amedê li vê taxê 5 dêr hene. Di destpêka komarê de piraniya Ermen, Keldan û Suryanan li vê taxê bûn.
Ji ber vê yekê Kurdên Misilman navê 'Taxa Fila' li vir kiribû. Niha ji ber nebûna Xiristiyanan naqosên dêrê sêwî mane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse