Li Pirdê ya Kerkûkê masîgirtin ber bi nemanê ve diçe

25-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kerkûk Pirdê Masîgirtin
A+ A-

Pirdê (Rûdaw) – Tevî ku demsala girtina masiyan hatiye, masîgir naçin Çemê Pirdê û masiyan nagirin.

 

Li bajarokê Pirdê yê ser bi navçeya Dûbiz a Kerkûkê, hin kes hêj jî debara xwe bi masîgiriyê dikin, lê belê ji ber hewzên ku masî têde tên xwedîkirin, hejmara masîgiran kêm bûye.

 

Masîgirê bi navê Zuhêr Sedredîn ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku 10 sal in masîgiriyê dike û her roj 7 saet li Çemê Pirdê masiyan digire.

 

Herwiha Sedredîn got: “Ez ji karê xwe pir hez dikim û hemd ji Xwedê re debara xwe dikim. Gava ez tora xwe diavêjim nav avê, dibêjim qey hemû cîhan a min e.”

 

Weke ku tê zanîn navbera mehên Nîsan û Tîrmehê dema hêkanîna masiyan e, ji ber vê yekê jî masîgirtin di navbera van mehan de qedexe ye.

 

Li Çemê Pirdê mirov tenê dikare bi nîk û toran masiyan bigire. Berê bi derman û teqemeniyên dengan jî masî digirtin, lê ev êdî qedexe ne.

 

Rêvebirê Çandiniyê yê Pirdê Tehsîn Hesen ji Rûdawê re axivî û got: “Li Pirdê 28 masîgir hebûn, lê her ku diçe, hejmara masîgiran kêm dibe. Sedema wî jî ew e ku hewizên masî têde tên xwedîkirin zêde dibin.”

 

Berê ji sedî 40ê niştecihên Pirdê, debara xwe bi masîgiriyê dikirin, lê niha ev rêje bûye ji sedî 15.

 

Masiyên Pirdê navdar in û gelek kes ji van masiyan hez dikin. Çemê Pirdê di navbera Hewlêr û Kerkûkê de ye. Kesên ku ji vê rêyê derbas dibin, teqez ji vir masî dikirin û wiha rêya xwe didomînin.

 

Herwiha masîgir van masiyan dişînin hemû bajarên Iraqê û difiroşin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst