Tapoya serdema Beasê li Pirdê zindî bû: Cotkarên Kurd nikarin berhemên xwe biçinin

44 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Pirdê Cortkarên Kerkûkê Rejima Beasê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Gurzeyiyê yê nahiyeya Pirdê ya Kerkûkê, di navbera cotkarên Kurd û artêşa Îraqê de alozî derket.

Artêş bi hinceta hebûna "Erebên hawirde" rê nade cotkarên Kurd ku berhemên xwe yên garis biçinin.

Zêdetirî mehekê ye ku artêşa Îraqê rê li ber kar û barên cotkarên Kurd ên gundê Gurzeyiyê digire.

Sedema vê yekê ew e ku Erebekî hawirde îdia dike ku tapoya wî ya serdema Beasê li ser hezar û 400 donim zeviyên wê herêmê heye.

Cotkarên ku îsal beşeke zêde ya zeviyên xwe kirine garis, îşev biryar da ku guh nedin astengiyên artêşê û dest bi çinîna garisên xwe bikin.

Fermandarê Firqeya 8an biryara xwe guhert

Bi destpêkirina çinînê  re, hêzeke mezin a artêşê çû ser zeviyan.

Di navbera wan û cotkaran de alozî derket û êrişî du cotkaran hat kirin.

Piştre Fermandarê Firqeya 8an a artêşa Îraqê çû cihê bûyerê, ferman da ku dest bi çinînê were kirin û xwest ku sibe şandeke cotkaran û rayedarên nahiyeya Pirdê serdana navenda operasyonan bikin da ku  belgenameyên fermî tijî bikin.

Bi tenê 15 xulek piştî destpêkirina karê çinîna garis, artêşê careke din hêz şand û bîçerên çinîna garis da sekinandin.

Leşkeran ji cotkaran re gotiye, "Ferman hatiye, divê hûn dîsa dest ji kar berdin."

Fermandarê Firqeya 8an careke din vegeriya û ji cotkaran re ragihand heta ku ew soza nivîskî neyê tijîkirin, nabe çinîn were kirin. Li ser vê yekê cotkar û bîçerên wan ji zeviyan hatin dûrxistin.

Zevî di serdema Beasê de hatine dagirkirin

Gundê Gurzeyiyê herêmeke bi temamî Kurdî ye û di dîrokê de malbatek Ereb jî li wir nejiyaye.

Ew zeviyên ku niha bûne sedema kêşeyan, di serdema rejîma Beasê de ji Kurdan hatine standin û wekî "etfa" (temirandin/têkbirina mafê mulkiyetê) li wan hatiye kirin.

Ew zevî wekî qerebûya zeviyeke li sînorê Mûsilê ku ji bo çêkirina Balafirgeha Geyarayê hatibû terxankirin, dane Erebekî hawirde yê xelkê Mûsilê.

Li ser wan zeviyan 20 tapoyên Kurdan hene lê di serdema Beasê de kirine du tapo û dane wî Erebî.

Tevî ku Biryara 29an a Encûmena Wezîran a Îraqê ya ji bo vegerandina zeviyan ji bo cotkarên Kurd ketiye warê bicihanînê û divê ew zevî bi fermî li Kurdan bên vegerandin jî, artêşa Îraqê vê biryarê bi cih nayîne û astengiyan derdixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst