Navenda Nûçeyan – Parlamenterên HDPê Osman Baydemir, Îmam Taşçier, Mehmed Emîn Adiyaman û Ahmet Yildirim hatine desteserkirin û her 4 parlamenter piştî lêpirsînên li dozgeriyan hatine berdan.
Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier û parlamenterê HDPê yê Îdirê Mehmed Emîn Adiyaman îro danê nîvro li Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.
Piştî van parlamenteran, parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Beydemîr û parlamenterê HDPê yê Mûşê Ahmet Yildirim jî ji ber lêpirsîna derbarê wan de hatine desteserkirin.
Parlamenterên HDPê piştî bidawîbûna lêpirsîna derbarê wan de ji aliyê dadgehê ve hatine berdan. Hate zanîn, ku dozgeriyê derbarê parlamenterê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman de biryara "qedexeya derketina derveyî welat" daye.
11 parlamenter girtî ne
Roja 4ê Mijdarê bi tevê hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag 12 parlamenterên HDPê ji aliyê paolîsên Tirkiyê ve hatibûne desteserkirin.
Piştî lêpirsînan herdu hevserokên HDPê ligel parlamenteran Leyla Bîrlîk ve Selma Irmak, Nursel Aydogan, Abdullah Zeydan, Gulser Yildirim, Ferhat Encû û Nihat Akdogan hatibûne girtin.
Parlamentera HDPê ya Amedê Çaglar Demirel û parlamentera Sêrtê Besime Konca jî li Enqere hatibûne desteserkirin û roja 12ê Kanûnê biryara girtinê derbarê wan de hatibû dayîn. Lê parlamenter Leyla Bîrlîk paşî hatibû berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse