Li ser rêkevtina Ozdag-Kiliçdaroglu yekem şîroveya HDP û YSPê

24-05-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê YSP HDP Kiliçdaroglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lihevkirina Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milletê Kemal Kiliçdaroglu, yekemîn daxuyaniya ji ji eniya HDPê Endamê Meclîsa Partiyê Ahmet Saymadî û ji Partiya Çepên Kesk (YSP) Sezaî Temellî hat.  Partiya Çepên Kesk û HDPê herwiha ragihandin ku dê piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) helwesta eşkere bikin.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milletê Kemal Kiliçdaroglu îro li navenda Partiya Zaferê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin. Umît Ozdag ragihand ku ew dê di hilbijartina 28ê Gulanê de piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.

Ozdag û Kiliçdaroglu her îro protokoleke 7 maddeyî jî îmze kirine.

Partiya Çepên Kesk û HDPê ragihand ku endamên wan ên Desteya Rêveberiya Navendî ji bo geşedanên dawî û protokola di navbera Kiliçdaroglû û Ozdag de binirxînin dê bicivin. 

Di daxuyaniya herdu partiyan de wiha hat gotin: “Em wek Desteyên Rêveberiya Navendî yên HDPê û Partiya Çepên Kesk ji bo em rewşa dawî ya ku derketiye holê binirxînin û em helwesta xwe ji raya giştî re eşkere bikin, em dicivin. Piştî civînê em ê daxuyaniya nivîskî bidin.” 

Ji aliyê din ve piştî îmzekirina protokola navborî, Parlamenterê YSPê yê Mûşê Sezaî Temellî li ser hesabê xwe yê twitterê wiha got: “Boykot moykot nîne! Em dê biçin ser sindoqan, em dê faşîzmê hilweşînin, em ê hikûmetê biguherînin. Hêza ku wê faşîzmê tine bike, baş dizane ku protokola ku li dijê me hatiye nivîsandin bixe devê kê...”

Herwiha derbarê mijarê de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDPê Ahmet Saymadî jî li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da.

Ahmet Saymadî dibêje: “Neteweperest hem li eniya desthilatdariyê û hem jî di nava muxalefetê de cih girtin. ÎYÎ Partî şirîkê sereke yê CHPê ye û MHP jî şirîkê sereke yê AKPê ye. Em ev yek zanî û piştgirî da Kemal Kiliçdaroglu. Hevpeymaniya ATA jî bû du beş (ne du beşên wekhev) û cihê xwe girt. Cihê me diyar e

Kî piştgirya bide Kemal Kiliçdaroglu bila bide, dê qasî Erdogan xirabtir nebe. Li gorî nêrîna me, her çend Kemal Kiliçdaroglû di geram yekem de jî bi ser biketa, em ne li bendê nebûn rewşa xweş bibe û niha jî hêvî nakin. Vê dewletê hin kodên xwe hene. Di navbera roja ku me biryar da berbijêr dernexin û îro de ti guhertin çênebûye. Hêvî dikim Kemal Kiliçdaroglu bi ser bikeve. Bi kêmanî hevsengiyeke siyasî heye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst