Hewlêr (Rûdaw) –Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên taybet derbarê nasnameya wî şervanê Efrînî de bi dest xist ku dîmenên şewitandin û bêrêziya li termê wî li ser torên civakî hatibûn belavkirin.
Malbata wî şervanî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha termê kurê wan radestî wan nehatiye kirin.
Di dîmenan de xuya dibû ku hejmarek çekdar heqaretê li termê şervanekî dikin û paşê dîmenên şewitandina wî termî hatibûn belavkirin.
Tora Medyayî ya Rûdawê zanyariyên taybet derbarê nasnameya wî şervanê Efrînî de bi dest xist ku dîmenên şewitandin û bêrêziya li termê wî li ser torên civakî hatibûn belavkirin.
Malbata wî şervanî ji Rûdawê re ragihand ku heta niha bermahiyên termê kurê wan radestî wan nehatiye kirin.
Di dîmenan de xuya dibû ku hejmarek çekdar heqaretê li termê şervanekî dikin û paşê dîmenên şewitandina wî termî hatibûn belavkirin. Li gorî zanyariyên Rûdawê, nasnavê wî şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) Egîd Reco ye û navê wî yê rastî jî Omer Mihemed e.
Gelek çavkaniyan ragihand ku di dema êrişa Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li ser bajarê Reqayê yê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê de, rûdaneke şokdar qewimî ku tê de termê şervanekî Kurd hat nîşandan û pişt re dîmenê şewitandina wî hat belavkirin.
Çavkaniyên mafên mirovan ji Rûdawê re eşkere kir ku ew termê şervanekî Kurd e ku xelkê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi çavkaniyeke ku xizma wî şervanî ye re peyivî ku tê de xanima bi navê Nîgar Mihemed ji Rûdawê re rastiya dîmenên ku derbarê bûyerê de hatine belavkirin piştrast kir û hûrgiliyên derbarê wî şervanî de eşkere kirin û got: "Ew şervan Egîd Raco ye, navê wî yê rastî Omer Mihemed Omer e, navê dayîka wî Emîne ye û temenê wî 22 sal e.
Ew xelkê gundê Qerebaba yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Omer Zewicî ye û bavê zarokekî 2 salî ye."
Nîgar Mihemed derbarê hûrgiliyên bûyerê jî de got,"Ji 17ê Kanûna Paşîn ve pêwendiya me bi Omer re qut bûbû.
Omer roja 17ê mehê pêwendî bi hevjîna xwe re kiribû, pişt re pêwendiya me pê re qut bû.
Omer li bajarê Reqayê şehîd bû û telefona wî kete destê çekdaran.
Çekdaran bi telefona wî dîmenên termê wî ji malbata wî re şandin. Wan termê wî bi temamî şewitandibû.
Pişt re ji bo ku termê wî bişînin, 500 dolar ji malbata wî xwestin."
“Em vê bûyerê şermezar dikin”
Vê bûyerê û binpêkirinên din, di nav derdorên mafên mirovan de nerazîbûneke berfireh li pey xwe anî.
Birêvebirê Cîbicîkar ê Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan Cemîl Diyarbekirlî, ji Rûdawê re got:
"Em wekî Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan, bi tundî wê yekê şermezar dikin ku hêmanên hêzên hikûmeta Şamê di hilkişana dawî ya leşkerî de li Cizîrê termên kuştiyan şewitandine û bêrêzî li wan kirine."
Diyarbekirlî wiha domand, "Ev kiryar ne tenê tê wateya têkçûna exlaqî, binpêkirineke mezin a xala 113an a Yasaya Mirovî ya Navneteweyî ya Medenî ye û binpêkirineke eşkere ya Peymana Çaremîn a Cenevreyê ye ku rêzgirtina li miriyan û parastina termên wan ji şêlandinê ferz dike."
Birêvebirê Cîbicîkar ê Rewangeha Aşûriyan a Mafên Mirovan ji civaka navneteweyî û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî xwest ku "desttêwerdaneke bi lez bikin ji bo bidawîanîna van binpêkirinan û cezakirina berpirsên van tawanan ku wekî tawanên şer tên binavkirin û misogerkirina parastina sivîlan li herêma Cizîra Sûriyeyê ji her meyleke tolhildanê ku gefê li aştiya civakî û pêkhateya civakê dixwe."
Heta niha jî bermahiyên termê Omer winda ne
Heta dema amadekirina vê raporê, malbata Omer bermahiyên termê kurê xwe wernegirtiye û tiştekî derbarê cihê wî de nizane.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê 22ê Kanûna Paşîn li xwe mikur hatibû ku di operasyonên leşkerî yên dawî de li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên wê ve "binpêkirinên dijî yasayan" çêbûne.
Wezaretê di daxuyaniyekê de ragihand ku polîsên leşkerî hejmarek ji van binpêkirinan tomar kirine û teqez kir ku wan dest bi "rêkarên yasayî yên pêwîst li dijî binpêkeran" kiriye.
Daxuyaniyê her wiha diyar kir ku armanca van rêkaran ew e ku cezakirina wan misoger bibe, dîsîplîna leşkerî were parastin û rê li ber dûbarebûna her binpêkirinekê were girtin.
Di rojên borî de, çend vîdeo ji aliyê çekdarên hêzên hikûmeta Sûriyeyê ve hatibûn belavkirin û di wan dîmenan de şêwandina terman, sivikatîkirina bi dîlan û gotina dirûşmên "tolhildanê" xuya dibû.
Yek ji wan bûyeran, jêkirina keziya şervaneke Kurd li Reqayê ji aliyê çekdarekî Sûriyeyî yê xelkê herêma Girê Spî ve bû ku ev yek rastî şermezarkirineke berfireh ji aliyê jinên Kurd, siyasetmedar û mafnasan ve hat.
Di roja agirbestê jî de li Dêrezorê komên çekdar êrişî malbeteke Kurd kiribûn û di wê êrişê de 6 kes hatibûn qetilkirin û 6 kes jî birîndar bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse