Hewlêr (Rûdaw)- Ji bo nûjenkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê kar li ser projebiryarekê dike.
Beriya niha Kantona Kobanî, daxwaza alîkariyan ji bo nûjenkirina bajêr, ji Başûrê Kurdistanê kiribû.
Lê ji ber kirîza darayî ya Herêma Kurdistanê, heya niha bi rengekî fermî, kar li ser vê yekê nehatiye kirin.
Heya niha ev proje pêşkeşî Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê nehatiye kirin lê kar li ser tê kirin.



