Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pasûrê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barana zêde û bilindbûna asta ava çem pireke betonî ya ku pênc gundan bi hev ve girê dida hilweşiya.
Di heman demê de Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya bi koda zer a ba, bahoz û baranê da.
Rêya pênc gundan hat girtin
Barana zêde li navçeya Pasûrê ya Amedê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir û asta ava Çemê Îrîkanê bilind kir.
Ji ber bilindbûna asta ava çem, pira betonî ya li ser rêya hevbeş a gundên Dimilya, Koçkar, Memîkan, Mama Melîkî û Axçeşêr hilweşiya.
Piştî hilweşîna pirê, rê ji ber ewlehiyê ji bo hat û çûna wesayîtan hat girtin.
Ji bo rêgirtina li qutbûna pêwendiya gundiyan, dest bi xebatên çêkirina rêyeke alternatîf hat kirin.
Hişyariya koda zer ji bo 32 parêzgehan
Li aliyê din, Birêvebiriya Giştî ya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji ber bayê bihêz û barana gur ji bo Stenbol û 16 bajarên Tirkiyeyê hişyariya koda zer ragihand.
Her wiha ji ber barana zêde û birûskan ji bo Amed, Dêrsim, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Wan, Sêrt, Êlih û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê heman hişyarî hat dayîn.
Saziya Keşnasiyê bang li welatiyan kir ku li hemberî metirsiya rabûna lehiyan, herifîna axê, ketina dar û stûnên elektrîkê, jehrîbûna bi dûkêla sobeyan û astengiyên di hat û çûnê de baldar bin û tedbîrên pêwîst werbigirin.


