کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Alîkariyên me dê ji bo mexdûrên erdhejê berdewam bin

RÛDAW

RÛDAW

25-02-2023
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-02-2023

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Xêrxwazî yê Barzanî Mûsa Ehmed ragihand ku heta ku ew bikaribin ew ê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê bimînin. Mûsa Ehmed herwiha got ku tîmên wan heta niha jî alîkarî û xizmetguzariyê pêşkêşî mexdûrên erdhejê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê dikin.

Îro beşekî din ji tîm û amûrên Herêma Kurdistanê ku li navçeyên erdhejê yên Bakurê Kurdistanê kar dikirin vegeriyan, Serokê Dezgeha Xêrxwazî yê Barzanî Mûsa Ehmed got, niha jî tîmên wan li bajarên cûda yên Bakurê Kurdistanê kar dikin, dixwazin destûrê werbigrin ji bo ku bêhtir bikarin alîkariya wan navçeyên erdhejê bikin.

Mûsa Ehmed diyar kir ku piraniya saziyên Tirkiyê dixwestin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bimîne ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê û got: “Herwiha me weke Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî soz daye ku heta derfet û pêwîstî hebe em li wê derê bimînin. Em dixwazin heta pêwîstiya xelkê me li wir bi me hebe em bimînin. Heta niha jî tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî  li Amed, Mereş, Semsûr, Riha û bi taybetî jî li Dîlokê mane.”

Derbarê Rojavayê Kurdistanê de jî Mûsa Ehmed, dibêje ew dixwazin mohleta fermî werbigrin ji bo ku bi temamî li Efrînê bimînin, ji bo ku bikaribin bêhtir alîkariya welatiyan bikin û got: “Dema ku Konsulê Giştî yê Tirkiyê serdana Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, me daxwaz ji wî û Wezareta Derve ya Tirkiyê kir ku destûrê bidin Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo pêşkêşkirina alîkariyê û xizmetguzarî bo mexdûrên erdheja Rojavayê Kurdistanê.”

Mûsa Ehmed di heman demê de anî ziman ku ji ber ku wan weke Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema borî de karê xwe kiriye û xwe kiriye wek pirekê, gelek kes li Başûrê Kurdistanê û Ewropa dixwazin bi rêya wan alîkariyan bibin navçeyên ku ziyan dîtine.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên