Peykerê şehîdên komkujiya Sêvo li Qamişlo hat xirabkirin

25-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşangeha Aşûrî ya Mafên ragihand ku li Qamişlo peykerê şehîdên komkujiya Sêvo ya 1915 hatiye xerabkirin.

Rewşangeha Aşûrî ya Mafên mirovan di daxuyaniyekê de got, li bajarê Qamişlo hinek kesên ku heta niha nehatine naskirin, ew peyker têk dane.

Di sala 2015 de peyker hatibû avakirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî li ser Twitterê xwe got ew karê têkdana peykerê komkujiyan Suryanan nayê qebûlkirin û cihê şermezarkirinê ye.

Mazlû Ebdî herwiha got armanca wî karî ewe ku tevlheviyê li herêmê çêbikin û tekezî li ser dostaniya gelên herêmê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst