Piştî bernameya Rûdawê li Îraqê lêgerîna dermanê mirîşkan dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bernameya "Li Gel Renc" a Rûdawê ya li ser metirsiyên dayîna dermanê "Furaltadone"yê ji bo mirîşkan, li Îraqê pêngaveke berfireh a pişkinînê dest pê kir.

Birêvebirê Giştî yê Fermangeha Beytariyê ya Wezareta Çandiniyê ya Îraqê Mihemed Ezîz Meyahî îro Rûdawê re axivî.

Mihemed Ezîz Meyahî ragihand, "Piştî bernameya Li Gel Renc û dengvedana wê ya medyayî, me li Bexda û parêzgehên din ên Îraqê dest bi pêngaveke berfireh a lêgerîn û pişkinînê kir da ku em wî dermanê qedexekirî yê metirsîdar bibînin."

Mihemed Ezîz Meyahî diyar kir ku pêngav hemû klînîk û cihên beytariyê li xwe digire û got, "Heta niha ew derman nehatiye dîtin lê pêngavên me didomin û me çavdêriyên xwe ji berê zêdetir kirine."

"Em dê rêbazên yasayî bigirin ber"

Birêvebirê Giştî yê Fermangeha Beytariyê tekez kir, "Eger ew derman were dîtin, em dê li hemberî kesên têkildar rêbazên yasayî yên tund bigirin ber."

Li gorî gotina wî berpirsî, armanca pêngavê ew e ku piştrast bibin ku dermanên qedexe nayên bikaranîn û goştê ku digihe destê welatiyan saxlem e.

Mihemed Ezîz Meyahî da zanîn ku ew derman ji bo wê yekê didin mirîşkan da ku nexweş nekevin lê metirsiyeke wê ya mezin heye û dema mirov goşt û hêkên wan mirîşkan bixwin dibe sedema nexweşiyên metirsîdar.

Di bernameya vê hefteyê ya "Li Gel Renc" a Rûdawê de derketibû holê ku li çend mirîşkxaneyên parêzgeha Silêmaniyê dermanê "Furaltadone"yê hatiye dîtin.

Ew derman zêdetirî 40 salan e li Amerîka û welatên din qedexe ye.

Dema didin ajel û mirîşkan nexweş nakevin lê kesên ku goşt û hêkên wan dixwin rûbirûyê metirsiya penceşêrê dibin.

Mihemed Meyahî got, "Me tîm û karmendên xwe yên li bazaran erkdar kirine û em dê sibe li bazaran pişkinîneke hûr û kûr bikin."

Navê 'Super Max' lê kirine

Li gorî lêkolîna bernameya Li Gel Renc, Furaltadoneyê ku li ser asta cîhanê qedexe ye, xistine nav qutiyên ku li ser wan "Super Max" nivîsiye û anîne Kurdistanê.

Her wiha di kontrola kalîteyê re derbas bûye û pereyê pişkinînê jî hatiye dayîn.

Meyahî destnîşan kir, "Bi awayekî fermî rê nayê dayîn ku ev derman were hawirdekirin. Eger hebe diyar e ku bi rêyên neyasayî û nefermî hatiye anîn."

Meyahî li ser hawirdekirina wî dermanî jî got, "Heta niha ti şirketeke daxwaza anîna vê madeyê nekiriye.

Ev madeyeke kîmyewî ya antîbakteriyel e û di asteke sînordar de tê bikaranîn."

Zererên Furaltadoneyê

- Bikaranîna wê ji bo ajel û mirîşkên ku goştê wan tê xwarin qedexe ye.

- Zererê dide DNAyê ku ev jî destpêka penceşêrê ye.

- Derman paşmayên kîmyewî yên AMOZê di laşê ajelan de dihêle.

- Zererê dide kromozaomên laş.

- Ti asteke wê ya ewlehiyê nîne û nabe ku ti caran û bi ti awayî were bikaranîn.

- Divê rêjeya wê di goşt, hêk û xwarinan de ji sedî 0 be.