Henîfî Turan: Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî

25-03-2021
RÛDAW
Henîfî Turan: Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî
Henîfî Turan: Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî
Nîşan Henîfî Turan PAK HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Turan di derbarê hewldana girtina partiyên Kurdistanî de got “Tirkiye bûye goristana partiyên siyasî.

Berdevkê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Henîfî Turan beşdarî bultena Rûdawê bû û hewldana girtina partiyên Kurdistanî nirxand.

Berdevkê PAKê pêvajoya damezirandina partiya xwe wiha axivî “Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) 11ê Berfenbara 2014an da hate damezirandin. Pîştî ku PAK avabû, dûmeh şûnde Serdozgerê Dadgeha Bilind di derbarê PAKê de îxtarnameyekî şand û tê de gotiye dinavê partiya we de Kurdistan heye, hûn behsa miletê Kurd dikin, hûn behsa welatekî dikin ku navê wî Kurdistan e, hûn behsa zimanê Kurdî dikin, hûn behsa çarenivîsa miletê Kurd dikin ku ev nayên qebulkirin. Ji ber vê yekê em we îxtar dikin, ev tiştên ku em çewt dibînin, divê hûn biguherînin. Me jî got ev mafê gelê Kurd in, em dev jê bernadin. Çewtî tê de tuneye, çewtî di qanûnên we de hene, divê ku hûn qanûnên xwe biguherînin.”

Herwiha Henîfî Turan got “Îro Tirkiye li gorî qanûnên xwe jî tevnagere. Tirkiyê hê jî li ser hişmendiya ku Kurd tunin, welateke ku bi navê Kurdistanê tuneye tevdigere. Ji ber vê yekê dixwaze van partiyên siyasî bigre.”

Di derbarê doza girtina HDPê de Turan tekez kir û got “HDP çi dibe bila bibe, ew doza ku li dijî HDPê hatiyê vekirin nayê qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

DEM Partiyê derbarê biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw grafîk

Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.