Hewlêr (Rûdaw) – Platforma Despêka Nû di 24-25ê Gulanê li Ameda Bakurê Kurdistanê bi navê "Di Siyaseta Kurd de Yekîtî û Rêya Alternatîf" komxebatek li dar xist.
Destpêka Nû diyar kir ku armanca komxebatê nirxandina rewşa heyî ya siyaseta Kurd û pêvajoya çareseriyê hat nirxandin.
Li gorî daxuyaniya Destpêka Nû, gelek partî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên serbixwe di komxebatê de cih girtin û beşdaran di dema du rojan de nerîn û pêşniyazên xwe anîn ziman.
Destpêka Nû li ser komxebatê got,“Di encama komxebatê de fikra hevpar ev bû ku di vê pêvajoya heyî de, partî, kom û kesên Kurd yên ku ji bo mafên bingehîn yên gelê Kurd têdikoşin, divê bi hev re tevbigerin.
Hat pêşniyazkirin ku ev hevkarî bibe bingeha avakirina hêzeke siyasî ya hevpar, neteweyî û demokratîk ku hemû beşên siyaseta Kurd bikarin tê de cih bigirin.
Lê ji ber giringî û hestiyariya mijarê, di komxebatê de biryara dawî nehat girtin.
Ji bo têgihiştineke berfirehtir û beşdariya çalaktir, pêwist hat dîtin ku di demeke nêz de komxebateke din were lidarxistin.”
Destpêka Nû her wiha ragihand ku dîroka vê komxebata nû dê di demeke nêzîk de bi raya giştî re were parvekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse