Hewlêr (Rûdaw) - Li Amed, Wan û Colemêrgê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî çalakî hatin lidarxistin.
Çalakî û xebatên di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de berdewam dikin.
Li Wan, Colemêrg û Amedê doh jî çalakî hatin sazkirin û daxwaza statuya zimanê Kurdî hat kirin.
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) 22 saziyan daxuyanî da û meşiyan.
Bi sedan kesên ku li Kolana Hunerê kom bûn pankartên "Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî" û "Cejna zimanê Kurdî pîroz be" hilgirtin.
Her wiha pankartên ku daxwazên bi rengê bila Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê dihewînin hatin hilgirtin.
Li Geverê çalakiya zimanê Kurdî
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayîn û pankartên bi heman daxwazê hatin hilgirtin.
Hevserokê Geverê yê DEM Partiyê Ercan Sevmez, diyar kir ku bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar hatine hiştin û li pey çû:
“Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê herî bingehîn e.
Heta hemû maf û azadiyên çandî, zimanî û nasnameyî yên ku mafên herî rewa û bingehîn ên gelê Kurd in bi yasayan bên misogerkirin dê têkoşîn berdewam bike.”
Li navçeya Çinarê ya Amedê çalakiya ji bo zimên
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gundê Cobînê yê Çinarê (Xana Axparê) bi beşdariya jin û zarokan çalakiyek li dar xist.
250 zarok beşdarî çalakiya MED-DERê bûn û di çalakiyê de alfabeya Kurdî hat fêrkirin, stranên Kurdî hatin gotin.
Zarokan bi malbatên xwe re bi def û zirneyê govend gerandin.
Piştî çalakiyê bi jinan re civîn hat sazkirin û polîtîkayên asîmîlasyonê û tedbîrên ku divê li dijî vê yekê bên wergirtin hatin nirxandin.
Herî dawî Şaredariya Çinarê û MED-DERê pirtûkên Kurdî diyarî zarokan kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse