Navenda Metro êrîşa li ser Rûdawê şermezar kir

25-06-2016
RÛDAW
Nîşan Navenda Metro Rûdaw Êrîş Hewlêr Birîndar
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Navenda Metro ya berevaniya mafê rojnamevanan bi tundî êrîşa ser ofîsa Rûdawê şermezar kir û daxwaz ji dezgehên pêwendîdar kir ku ji bo girtina berpirsên vê êrîşê hemû awayê hewldanên xwe bikin.

 

 

Navenda Metro ya berevaniya mafê rojnamevanan bi beyanameyekê êrîşa li dijî ofîsa Rûdawê ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û pişgiriya xwe bo rojnamevanan û dezgeha Rûdawê ragihand.

 

Navenda Metro di beyanameya xwe de amaje bi wê yekê kirk u êrîşa ser Rûdawê êrîşeke li dijî azaadiya medyayê û daxwaz ji dezgehên ewlekariya Hewlêrê jî kir ku demek ji ya din zûtir kirdarên vê tawanê bên desteserkirin.

 

Navenda Metro herwiha di beyanameya xwe de amara binpêkirina maf û êrîşên li dijî rojnamevan û dezgehên medyayê yên sala borî jî ragihand û da zanîn ku di 84 rûdanên cûda de, 145 rojnamevan û kanalên ragihandinê li sentera wan gilî tomar kirine.

 

Doh bi şev di demjimêr 12:05ê li dijî ofîsa Tora Medyaya Rûdawê ya li bajarê Hewlêrê êrîşêk çekdarî pêk hatibû û di encama teqîna bombeyek dengî de 5 karmendên Rûdawê birîndar bibûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst