Li Mûşê 150 mêşin mirar bûn, ji tirsa 'tiştekî nediyar' pê li hev kirin

25-06-2025
RÛDAW
Nîşan Mûş Mêşin Mirarbûn Cengîz Yîgît
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, 150 mîh ji tirsa di rûbarê de pê li hev kirin û mirar bûn.

Li gundê Ziyaretê yê Mûşê doh keriyê ku derengê şevê diçêriya ji tiştekî nediyar tirsiya û ber bi robarê ve reviya.

Di robarê de 150 mêşinên ku pê li hev kirin mirar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên Saziya Çandinî û Daristanê ya Mûşê çû cihê bûyerê û zerera ajeldaran tesbît kirin.

Xwediyê keriyê pez Cengîz Yîgît xwest ku zererên wî bên vegerandin.

Cengîz Yîgît wiha behsa bûyerê kir:

"Şeva borî demjimêr derdora 02:00yan dema mîh li vê derê diçêriyan, nizanim ji çi tirsiyan û reviyan û bûn du beş.

Her çi qasî min hewl da ku rawestînim lê nesekinîn. Pişt re ketin vê çala li pişt min û pê li hev kirin. Nêzîkî 150 mîhên me mirar bûn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst