Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di bin banê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye dikin, li Dêrezorê, serkirdeyekî rêxistina DAIŞê girt.
Navenda Ragihandina YPJyê di daxuyaniyekê de diyar kir ku wan bi beşdariya HSDyê 24ê Hezîranê li bajarokê Şihêlê yê li Dêrezorê operasyonek pêk anî û serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Abdulqadir û endamekî wê girtin.
Her wiha li gorî daxuyaniyê şervanan dest bi ser hinek cebilxane de jî girtiye.
YPJyê diyar kir ku kesên hatine girtin amadehiya encamdana êrişeke terorîstî li dijî xelkê herêmê dikir.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin, “Van kesên terorîst li ser rêyên gîştî gelek caran mayîn çandin e, bi armanca suîkastan sivil û hêzên leşkerî kirine hedef.”
Li gorî daxuyaniyê ji bilî girtina serkirde û endamê DAIŞê, dest bi gelek alavên leşkerî, belge û belavokên propagandaya DAIŞê de hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse