Zaxo (Rûdaw) – Temenê Hecî Emîn 86 sal e. Ew her roj 3 kîlometreyan dimeşe û tê çayxaneya nava bazar. Hecî Emîn 26 sal in bêyî navber tê çayxaneyê û dest bi gotûbêjên siyasî dike. Lewma navê çayxaneyê bûye, “Çayxaneya Serokê Parlamentoyê.”
Xelkê navçeya Zaxoyê ya Başûrê Kurdistanê, Hecî Emîn weke “Serokê Parlamentoyê” binav dikin. Hemû hemwelatî wî baş nas dikin. Ew her roj serdana çayxaneyê dike û dest bi gotûbêjkirina rojeva siyasî dike. Dema ew tê çayxaneyê, ti kes li cihê wî narûne.
Di çayxaneyê de rojeva gotûbêj û gengeşeyan ew diyar dike. Her roj, nêzîkî 6 demjimêran li çayxaneyê dimîne û gengeşeyê dike.
Hecî Emîn dibêje: “Ji roja ku ez tême vê çayxaneyê heta niha, ez ji xelkê daxwaza gotûbêjên siyasî dikim. Wan jî navê min daniye Serokê Parlamentoyê. Ji Derkarê û hemû devran pîremêr tên û li vir komdibin. Heger rojekê ez amade nebim, ev gengeşe nabe. Lê rojên ez amade dibim, hertim civîn heye.”
Ew roja ku Hecî Emîn jî amade nebe, rewşa çayxaneyê bi temamî tê guhertin.
Xwediyê çaycaneyê jî dibêje: “Roja ew amade be, herî kêm 100 an jî 125 çayan difiroşim. Roja ew amade nebe jî ez ji vir dişînim pey wî.”
Hecî Emîn 26 sal in her roj tê çayxaneyê. Hemwelatiyek jî dibêje, 30 heta 40 kes in ku piştî nîvro heta êvarê têne çayxaneyê û tev jî ji bo civata Hecî Emîn de amade bin, têne vê derê.
Nîştecihên navçeyê di navçeyê de parlamentoyeke vekirî ava kirine. Lê parlamentoyeke bê desthilat e û ti biryareke wan kar pê nayê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse