Zaxo- Ji ber lehiye Pira Şehab a dîrokî rûxiya

19-03-2024
RÛDAW
Nîşan Zaxo Barîna Baranê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zaxoyê ji ber barîna barana zêde pira Şehab a dîrokî li taxa Serê Gundikê rûxiyaye û metirsiya lehiyeke mezin li taxa Cihûyan heye.

Pêla barîna baranê li Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Nûçegîhanê Rûdawê yê Zaxoyê Xerîb Mecîd ragihand ku îşev ji ber barîna barana zêde li Zaxoyê ava Çemê Xabûrê bilind bûye û pira Şehab a dîrokî ya li taxa Serê Gundikê rûxiyaye.

Herwiha Xerîb Mecîd da zanîn ku metirsiyeke mezin a lehiyê li ser Taxa Cihûyan a Zaxoyê jî heye.

Şêniyên Taxa Cihûyan ji malên xwe derketine

welatiyekî Zaxoyê yê li Taxa Cihûyan diyar kir, heta niha av ketiye 20 malan û asta avê li taxê gelekî bilind bûye û gelek şêniyên taxê ji malên xwe derketine.

Li gorî zanyariyên asta ava Çemê Xabûrê 5 metreyan bilind bûye.

Herwiha nûçegihanê Rûdawê Xerîb Mecîd ragihand ku tîmên hawarçûnê yên Zaxoyê li çend herêman amadekarî kirine.

Li aliyê din nûçegihanê Rûdawê yê Dihokê Huner Reşîd jî ragihandiye, li taxên Dihokê careke din av bilind bûye û gelek otomobîl di nava avê de mane.

Li Dihokê 2 kesan canê xwe ji dest da

Îro li Dihokê jî baraneke gur bariya û ji ber barana gur lehî rabû.

Berdevkê Parastina Sivîlan a Dihokê Biwar Ebdulezîz ragihandibû otomobilek di nava lehiyê de mabû ku 4 kes tê de hebûn, 2 kes ji wan bi derfetên xwe filitîne lê 2 kes jî mirine.

Li gorî agahiyên ku Biwar Ebdulezîz dane, hîn termên miriyan nehatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst