Hewlêr (Rûdaw) - Şêran gund û bajarokê herî navdar û kevnare li Deşta Sirûcê û herêma Kobanî û gelek gundên din ên vê herêmê, ji xelkê Şêranê şên bûne.
Şêranê navê xwe ji peykerên şêran û kevirê reş ên serdema Aşûriyan wergirtiye. Şêran niha bûye bajarokek û şarederî û gelek navendên xizmetguzariyê lê ava bûne.
Li Deşta Sirûcê û Kobanî gundên weke Korpîngar, Nordan, Kulîlk, Sêtelp, Qeynter, Hêjî, Bîrmel, Bîreş, Qecera Jorîn, Qecera Jêrîn, Bîra Bekê, Saq û Çixurê ji xelkê Şêranê şên bûne
Şêran 7 kîlometreyan li rojihilatê bajarê Kobanî ye û li rojavayê Şêranê gundê Helincê ye û li rojhilatê wê jî gundê Tilêjibê heye.
Hejmara nişteciyên navenda bajarokê Şêranê pêş krîza Sûriyê zêdetirî 15 hezar kesî bûn, lê niha ji ber sedemên şer, hejmara welatiyên Şêranê kêm bûye. Nişteciyên Şêranê niha bi dahat û alîkariya kesên xwe yên ku li derve dijîn.
Dîroka Şêranê vedigere Beriya Zayînê 2000 salan. Di serdema Aşûriyan de bi navê wê Hedato bûye. Hinek dîroknas û pisporên şûnwaran dibêjin, di dema xwe de Hedato an Şêran li vê herêmê mezintirîn bajarê Aşûriyan bûye.
Di serdema Împratoriya Osmaniyan de navê Şêranê biye Arslantaş û hikûmeta Sûriyê di salên dawiyê de navê wê kiribû Firezdeq. Lê ji kurdan re navê wê her û her Şêran ma.
Li gorî temenmezinên gund, li derdora Şêranê dîwarekî bi pehnihiya 4 metre û bilindahiya 4 metreyan hebûye. Li çardorê gund jî 3 derî hebûne û gelek peykerên şêran ji kevirê reş hebûne.
Şêran bi şûnwarên xwe navdar e lê bi hatina her desthilateke nû, hinek şûnwarên wê hatine dizîn û windakirin. Niha şûnwarên Şêranê li gelek mûzexaneyên navdewletî hene. Herwiha wekî baskekî taybet bi navê Arslantaş li Mûzaxaneya Stanbolê jî heye.
Li mûzexaneyên Lover de ya Parîsê şûnwarên Şêranê hene. Herwiha di mozexaneya Helebê de jî baskekî taybet ê şûnwarên Şêranê heye. Li Reqayê jî şêrên ji kevirê reş ên Şêranê hebûn lê ew ji aliyê DAIŞê ve hatin rûxandin.
Xelkê gundê Şêranê ji bo debara jiyanê li gelek deverên dunyayê belav bûne. Şêranî çûne Ewropa, bakurê Efrîqa, welatên Tûnis û Lîbiya û Mexrib û Cezaîrê. Herwiha Şêranî li Herêma Kurdistanê, Rûsya û Tirkiyê jî belav bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse