5 koçberên rizgarbûyî yên ji Kobaniyê birin kampeke nêzîk Atînayê

18-06-2023
RÛDAW
Kampa Malakasa li nêzîk Atînayê, ku rizgarbûyên bûyera binavbûna belema koçberan a 14ê Hezîranê bo wê derê hatine veguhastin.
Kampa Malakasa li nêzîk Atînayê, ku rizgarbûyên bûyera binavbûna belema koçberan a 14ê Hezîranê bo wê derê hatine veguhastin.
Nîşan Rojava Kobanî Yûnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên rizgarbûyî yên belema ku li nêzîkî Yûnanê binav bûye ji bo kampeke nêzîkî Atîna ya paytexta Yûnanê hatine veguhastin, û Tora Medyayî ya Rûdaw dîmenên kampê belav dike. Her 5 koçberên ji Kobaniyê jî ku ji bûyera binavbûna belemê rizgar bûne, bo wê kampê hatine veguhastin.

Elî Şêxî yê ji Kobaniyê ku di wê belemê de bûye û rizgar bûye, ji Rûdawê re got, ew ji bo kampa Malakasa hatine şandin ku 70 kîlometreyan dûrî Atînayê ye.

Elî Şêxî herwiha got, ew û 4 ciwanên din ên ji Kobaniyê di wê belemê de rizgar bûne û niha li wê kampê ne.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hîn 6 ciwanên ji Kobaniyê ku di wê belemê de bûn wenda ne û çarenivîsa wan nayê zanîn.

Rizgarbûyê bûyerê, Elî Şêxî nasnameya kesên di binavbûna belemê de wenda bûne aşkere dike. Li gor Elî Şêxî navên wan kesan wiha ye:

- Welîd Mihemed Qasim

- Mihemed Fewzî Şêxî

- Diyar Mihemed

- Ehmed Bozan

- Mihemed Ferîd Ehmed

- Kamîran Ehmed

Roja 10ê vê mehê serê sibê belemeke tijî koçber ku li gorî berpirsên Yûnanê ji 400 heta 700 koçbean têde bûne, ji Lîbya derketiye û berê xwe daye Îtalyayê, lê roja 14ê vê mehê li nêzîkî Yûnanê binav bûye. Li gor zanyariyên ku heta niha hatine piştrastkirin, di bûyerê de nêzîkî 100 kesan canên xwe ji dest dane û 100 kesên din jî rizgar bûne, lê hîn çarenivîsa kesên din nayê zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst