Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Aşqeleyê ya parêzgeha Eziromê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.
Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Aşqeleyê ya Erziromê erdhej çêbûye.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 11:29an çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê heta niha ti agahî nehatine belavkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse