Ciwanekî Hewlêrî li Rûsyayê derket: ‘Şer dike’

25-11-2025
RÛDAW
Nîşan Ukrayna Rûsya Hewlêr Şer Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî ji devera Biradostê ya parêzgeha Hewlêrê 4 meh in winda ye.

Malbata wî dibêje ku ew bi soza “pasaport û jineke Rûsî” hatiye xapandin û niha li Rûsyayê li dijî Ukraynayê şer dike.

Siyamend Wehabê birayê Metîn Wehabê winda îro ji Rûdawê re axivî.

Siyamend Wehab diyar kir ku birayê wî meha Nîsanê çûye Hewlêrê û li şûştingehekê xebitiye.

Metîn piştî du mehan ji bo derxistina karta niştimanî vegeriyaye malê.

Li gorî gotina Siyamend Wehab, birayê wî meha Tîrmehê ji malê derketiye û gotiye ku ew diçe li Pirdê bixebite.

Siyamend Wehab da zanîn ku heta 15ê Tebaxê haya wan jê çênebûye û got:

“Wê rojê vîdeoyek ji birayekî min re şand û tê de got, ez li Rûsyayê me û li ser sînor şerê Ukraynayê dikim.”

Malbatê di dema lêgerînê de xwe gihandiye ciwanekî din ê Kurd ku nasê wan e û li bajarekî din ê Rûsyayê şer dike.

Wî ciwanî ji malbatê re gotiye, “Gelek Kurd û Erebên Îraqê di nav me de hene.”

“Xanî, pasaport û jinan didin”

Siyamend Wehab li ser çawaniya çûyîna birayê xwe jî anî ziman:

“Bi xwesteka xwe çûye, ne bi zorê ye lê ji wan re gotine kar gelekî baş e, meaş zêde ye, xanî, pasaport û jin misoger in.

Ji ber vê yekê ciwan dixapin û diçin lê ji wan re nabêjin ku ew dê biçin eniya şer.”

Siyamend Wehab bangî Serokatiya Herêma Kurdistanê û Encûmena Wezîran kir ku li aqûbeta birayê wî bipirsin û got, “Em tenê dixwazin bizanin bê ma ew sax e an miriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst