Alimên Kurd li Amedê civiyan: 'Li gorî Îslamê mafê Kurdan ê dewletbûnê heye'
Amed (Rûdaw) - Li Amedê Kongreya Asayî ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) hat sazkirin.
Di kongreyê de pêvajoya aştiyê û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan a bi rêyên aştiyane derket pêş.
Mela û seydayên ku beşdarî kongreyê bûn bal kişand ser wê yekê ku li gorî Îslamê Tirk xwedî çi mafî bin divê Kurd jî xwedî wan mafan bin û dewlet van mafên Kurdan nas bike.
Yek ji daxwazên sereke jî perwerdeya bi zimanê Kurdî bû.
Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) jî beşdarî kongreyê bûn.
Zanayên olî yên naskirî ji gelek bajar û navçeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê beşdarî kongreyê bûn.
Seydayê Xelatî jî yek ji wan meleyan e ku li derdora Bedlîsê tê naskirin.
Li gorî gotina wî, çi qasî guh bidin ola Îslamê, dê pêvajoya aştiyê ew qasî zû biçe serî û Pirsgirêka Kurdan jî bi hêsanî bê çareserkirin.
“Mafê Kurdan jî heye ku dewleta xwe çêbikin”
Zanayê olî Seydayê Xelatî diyar kir ku di Îslamê de cudakariya neteweyan nîne û got:
“Gelên cîhanê yên ku xwedî dewlet in, ji kî re çi hebe, ji Kurdan re jî ew heye.
Yanî Kurd serbest e, mafê wî ye ku dewleta xwe çêbike. Wekî dewleta Tirkan, wekî ya Farisan, wekî ya Ereban, wekî ya Îngilîzan, wekî ya Fransiyan...
Ew gelên cîhanê, neteweyên cîhanê çi maf ji wan re hebe ji Kurdan re jî heye.
Mafê jiyanê, mafê perwerdeyê, mafê çêkirina dewletê, mafê leşkerî, ji kî re çi maf hebe, li gorî dînê Îslamê ji Kurdan re jî ew maf heye.”
Di kongreyê de mijara sereke ya zanayên olî pêvajoya aştiyê û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan bi rêyên Îslamî bû.
“Ji Tirkekî re çi lazim be ji Kurdekî re jî ew lazim e”
Zanayê olî Mele Seîd jî bal kişand ser wekheviyê û wiha got:
“Divê mirov ji ber Kurdîtiyê neyên girtin. Ka ji Tirkekî re çi lazim be, ji Kurdan re jî ew lazim e.
Dibistana wî heye, hêza wî heye, milkê wî heye, dewleta wî heye. Ew maf ji Kurdan re jî heye.”
Zanayê olî Mele Reşîd Geverî jî bangî dewletê kir û got:
“Lazim e ku dewlet gavan bavêje. Ya duyem jî divê dewlet dev ji dijminatiya Kurdan berde.”
Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) tevahiya bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li xwe digire û li cihên ku Kurd koçber bûne jî xwe birêxistin kiriye.