کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rûdaw

Rûdaw

kurdistan

Bîlîcî: Şerxwaz nayên girtin, aştîxwaz tên binçavkirin

Serkan İnce

Serkan İnce

26-01-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Serkan İnce
Serkan İnce26-01-2018

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Amed (Rûdaw) - Parêzerên Baroya Amadê ragihandin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê girtin û binçavkirinên ji ber parvekirinên Efrînê li ser sosyal medyayê pêk tên, ne li gor qanûnên Tirkiyê ne jî. Serokê ÎHDa Amedê Racî Bîlîcî jî dibêje ku kesên şer dixwazin doz derheqê wan de nayên vekirin lê aştîxwaz dibin armanc.

 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji ber parvekirinên derbarê Efrînê de yên li ser torên civakî twitter û facebookê girtin û binçavkirin berdewam in.

 

Parêzer û siyasetmedarê Kurd Sidqî Zîlan jî yek ji wan kesan e ku ji ber twîttên xwe yên li ser Efrîn û Kurdistanê li Amedê di mala wî de lêgerîn hat kirin û derheqê wî de bi hinceta 'piropagandaya rêxistina derqanûnî kiriye' lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Derbarê mijarê de Berpirsê Karên Siyasî yê Hereketa Azadî Sidqî Zîlan ji Rûdawê re got: ''Mesele meseleya Efrînê ye. Dagirkirin û êrişa Tirkiyê li gor hiqûqa navnetewî sûc û tawan e. Sûcekî mezin e. Me bi nivîs û beyanameyan dengê xwe bilind kir. Mixabin hikûmeta Tirkiyê jî tehemulê vê yekê nake. Niha dozgerên wan jî bi piranî di bin bandora hikûmetê de ne. Çawa ferman tê wiha bi cih tînin. Bêguman bi şêwazekî xirab.''

 

Li gor parêzerên Baroya Amadê girtin û binçavkirinên ku ji ber parvekirinên sosyal medyayê pêk tên, ne li gorî qanûnên Tirkiyê ne jî.

 

Parêzer Yûnûs Mûrat Akan jî tekez dike ku girtina mirovan li ser parvekirina nivîsekê ne qanûnî ye û wiha dibêje: ''Li dosyeya binçavkiriyan dinêrim bi rastî nivîs û daxwazên wan li ser aştiyê ne, li ser dijî operasyona Efrînê ne. Dema mirov li madeyên 25 û 26emîn ên Destûra Bingehîn a Tirkiyê dinêre tê dîtin ku li gor qanûnên Tirkiyê ne. Tirkiyê jî girêdayî Rêkeftina Mafên Mirovan a Ewrûpayê ye. Li wir jî qala azadiya raderbirînê tê kirin.''

 

Komeleya Mafên Mirovan ÎHDa Amedê jî balê dikşîne ser wê yekê piştî mafê jiyanê, azadiya raderbirînê mafê herî sereke yê mirovan e.

 

Serokê ÎHDa Amedê Racî Bîlîcî, da zanîn ku kesên şer dixwazin doz derheqê wan de nayên vekirin û wiha axifî: ''Doz derheqa şerxwazan de nayê vekirin, lê yên aştiyê dixwazin derbarê wan de doz tên vekirin û tên binçavkirin. Peymanên ku çavkaniya xwe ji mafên mirovan digirin di hemû xalan de qala vî mafî dikin ku her kes dikare fikir û ramanên xwe eşkere bîne ziman. Fikir û ramanên ku tê de tundî nebe, nijadperestî nebe her kes dikare azadane eşkere bike.''

 

Ji 20ê Çile ve ji ber parvekirinên derbarê Efrînê de rojnameger û rêveberên partiyên siyasî jî di nav de heta niha li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê zêdeyî 150 kesan hatine binçavkirin.

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike
TIRKIYE25-11-2026

Erdogan: Desteya Çavdêriyê dê di demeke nêzîk de dest bi xebatên xwe bike

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin
Kurdistan25-11-2026

ENKSyê biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kirin

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê
ÎRAQ25-11-2026

Xemîs Xencer: Em piştgiriyê didin banga Herêma Kurdistanê

Pirsên